Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya nobetê ya ku ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, 40 roj li pey xwe hişt û Meclîsa Îştar çalakî dewirgirt.
Çalakiya nobetê ya şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan dayîn destpêkirin, di roja xwe ya 40’emîn de ji aliyê Meclîsa Îştar ve bi biryardayek xûrt berdewam dike.
Merasîma dewirgirtinê bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê tevahî Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê koma nû çalakî dewirgirt û li ser navê koma nû Bêrîvan Îşlek axivî û bang li raya giştî kir ku li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan bibin xwedî helwest û got: “Wek Meclisa Îştar me îro çalakî dewir girt. Ev 24 salin Rêber Apo li gireva Îmraliyê di bin tecrîdek girankirî de tê ragirtin. Em wek gelê Mexmûrê û bi taybet gelê Kurd vê atecrîdê bi tûndî şermezar dikin, banga dawî anîna tecrîdê dikin. Rêber Apo dibin şert û mercên herî giran de li ber xwe dide û tecrîd vala derxistiye. Divê em hîn zêdetir çalakiyên xwe xûrt bikin û tecrîda li ser Rêber Apo bişkînin. Rêber Apo xeta me ya sore û divê em têkoşîna heyî mezin bikin. Heta ku em tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo neşkînin, em dest ji çalakiyên xwe bernadin.”
Piştî daxuyaniyê sînevîzyonek li ser komployê hat pêşandan.

0 Yorumlar