Çalakiya Nobetê ya ku li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin bi koma 42’yan di dome.
Çalakiya Nobetê ya ku li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin bi koma 42’yan di dome. Beriya ku kom were dewirgirtin ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê cîgirê Hevserokê Dîwana Meclisê ya wargehê Rûbar Spêndarokî axivî.
Rûbar Spêndarok di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Ev zêdeyî du salane tecrîdek girankirî li ser Rêbertiya me tê meşandin. Ev tecrîd di kesayetiya Rêbertî le li ser tevahî gelê Kurd yê aştîxwaze tê pêkanîn. Ne gelê Kurd û ne jî gelên Rojhilata Navîn nikarin bêyî Serokatî ne azad û ne jî jiyan bikin. Yê ku herî zêde maf dide civaka ku di cîhanê de hindik Rêber Apo û şagirtên wî ye, ji bo wê jî em vê tecrîda ku li ser Serokatiya me tê meşandin qebûlnakin. Em bang li gelê Bakûrê Kurdistanê dikin ku mil bidin milê Rêbertî û gerîla, Kurdistan ne tenê ya gerîlayan e ya her ferdekî ku ji bo azadiyê dimeşe ye.”
Koma nû bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, ‘Jin Jiyan Azadî’ çalakiyê dewirgirt.

0 Yorumlar