Ticker

10/recent/ticker-posts

Zanist û dîroka zanistê

Zanist di dîroka mirovahiyê de yek ji hêmanên bingihin yê jiyanê ye û di roja meya îro de jî peyva ku herî zêde mirovahî dibihîze ye. Wek pênase mirov dikare bêje ji hemû tecrûbe, serpêhatî, kombûyînên teknîkî bi awayekî sîstemkirî re zanist têgotin. Lê mirov nikare zanistê di têgotinekê de teng bike, ji ber ku zanist ne ji pênaseyekê pêkhatiye, berevajî  wê zanist gerdûniye û rêyek wê ya mutlaq nîne. Mirovahî ji pêngava destpêkê heta roja me ya îro di avakirin afirandinê û di haman demê de ji bo hêsankirina jiyanî hertim di nava lêgerinê de ye. Dîrokekî mutlaq ya zanistê tune ye. Roja mirovahî dest bi jiyanê kirî, dest bi alav komkirin, derdora xwe keşifkirin û fikirandinê kiriye. Mirovan tecrûbeyên xwe komkirine û ji bo xwe karaniye. Zanist jî bi pirsên bi fikra çî, çima, ji ber çi û bi dehan pirsên mîna van bi xwe re anîn. Bi van re jî êdî lêkolîn û lêgerînên mirovan zêdetir bûn. Wek zanista nivîskî dîroka herî kevin, mirov dikare Sumeran nîşan bidin. Di Sumeran de zanist wek hemû nirxên din yên civakî êdî dikeve di bin tekela qral-xwida de û êdî weke sîstema sermayedar em dikarin nîşan bidin. Di çaxa kevin de jî ev rewş wisa berdewamkir. Hemû zanist li gor qral-xwida hatin sazûman kirin û ev yek jî zanist ji heqîqeta wê dûrxist ye. Taybet jî eger mirov baş temaşe bike dema civak ferq kiriye ku tên xapandin, sîstemê bi makyajê ji nûve di bin navê modern bûyinê de xwe bi civakê daye pejirandin. Bi taybet jî piştî avabûna olan, di bin navê ol de heta radeyekî kariye civakê kontirol bike. Lê belê weke mirovatî hertim di nava lêgerinan de ye û ev fikarên me pir caran destê sîstemê jî teng dikir. Lê mirov dikare bêje wajoya herî mezin a sîstema kapîtalîst ji bo zanistê bixe bin tekela xweda di sedsala 17-18’an de avêtiye. Qaşo di bin navê seraraskirin, pêşxistin û nûkirina zanistî de hemû berhemên civakî patent kir û di nava kasan de komkirin. Mirovahiya ku bi hezaran salan ji bo hêsankirin û pêşxistina civakê berhemên ku afirandin êdî dikin malê çend kesan. Taybet jî bi pêşketina ronasansa Fransayê û pîşesaziya Îngilîstanê re êdî mirovahî û xweza mîna texteyek ê ceribandinan lê hatiye. Di bin navê pêşketinê de qetilê xwezayê hatiye helal kirin. Bi dehan daristan bi milyonan dar hatin tinekirin. Cardin ji bo çêkirina çekan bi milyonan mirov qetil kirin û vê jî diyarî mirovahiyê dike. Sîstema desthilatdar a ku dît êdî nikare bi rêya ol civakê birêve bibe, vê carê di bin navê pêşketinê de zanistê mutlaq kirin. Zanist jî ji zanistbûna wê derxistin. Zanist bû hêza destê desthilatdaran û wek karekî li hemberî civakê tê bikaranîn. Hişmendiya sîstema sermayadar bi hişekî ku zanist markete û mirov ji muşteriyê wî ye. Ji ber wê jî krîz û kaosên di cîhanê de kêm nabin. Berevajî her ku diçe mezintir dibin. Ji bo ku civakek pêşketî bê pêkanîn, pêwîste mirov zanistê di kok de bigire dest û heqîqeta zanistê baş têbigihe û bide têgihandin. Zanist pêwîstiyeke û mîna hertiştî dema mirov ji pêwîstiyê zêdetir digire, bêguman di hinek cihan de dibe sedemê pirsgirêkan. Mînak ji bo ku civakek bi tendurist bê rêvebirin divê kesayetên wê civakê birêve dibin, xwedî tenduristiyekî başbin. Divê ew kes hefsengiya hestên analîtîk û hestyarî ya di nava jiyan civakê de bigire û zanistek exlaqî pêkbînin.

Rojhat Alturk


Yorum Gönder

0 Yorumlar