Dermanvana nexweşxaneya Şehîd Hogir, Derya Demir axivî û got: “Em dermanên xwe ji Musil tînin, lê gelek caran jî ji ber nezanîna ziman û ne şarezabûnê em nikarin dermanên ku ji bo nexweşan pêwîst bidestbixin.”
Xurbet Tallî
Wek tê zanîn gelê Wargeha Penaberan Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê beriya
dorpêçê hemû pêwîstiyên xwe yên ku ji derve de pêwîst, bixwe di anîn. Lê piştî
dorpêça ku ji aliyê PDK’ê ve ya li ser wargehê hatî danîn, hinek pêdiviyên ku
ji derve de pêwîst, nikarin li gorî tê xwestin bidestbixin. Nexweşxana Şehîd
Hogir jî para xwe ji vê yekê girtiye û dermanên ku ji bo nexweşxanê pêwîst,
nikarin bixwe bidestbêxin û di anîna dermanan de jî gelek zehmetiyan dikişînin.
Têkildarî vê mijarê yek ji dermanvanên nexweşxaneya Şehîd Hogir, Derya Demir ji
rojnama me re axivî û got: “Em dermanên xwe ji Musil tînin, lê gelek caran jî
ji ber nezanîna ziman û ne şarezabûna me ya li wir, em nikarin dermanên ku ji
bo nexweşan pêwîst bi dest bixin.”
‘PDK’ê pirsgirêk derdixist’
Derya Demir di axaftinên xwe de balkişand li ser zehmetiyên anîna dermanan
û got: “Beriya dorpêçê me dermanên xwe ji Hewlêrê bi xwe di anîn. Lê piştî ku
dorpêç ket li ser wargehê û şûnde, em nekarînbûn biçin Hewlêrê. Ji ber ku me li
Hewlêrê ziman dizanîn û em şarezabûn, me bi xwe dermanên xwe di anîn, her wiha
di aliyê bihayê dermanan de jî alîkarî dida me. Piştî dorpêçê çend caran me
xwest, ji wir dermanan bînin, lê bi
hêcetên ku nexweşxaneya we ne fermiye, hûn ne hemwelatiyên Iraqê ne, hûn bêyî
destûra Qeymeqamê Navçeya Mexmûrê nikarin biçin, li rûxmê ku destûr dihat
girtin jî dîsa seytereya PDK’ê pirsgirêk derdixist û ne dihiştin derman derbazî
wargehê bibe. Bi taybet ev nêzî sê mehane bitemamî nehiştine em biçin Hewlêrê.
Ji bo anîna dermanan êdî me berê xwe daye Musilê û em dermanên xwe ji Mursil di
înin. Li aliyê Musilê ji ber ku me ne ziman dizanî û ne jî şarezabûn, li wir bihayê
dermanan jî pir girane û ti alîkarî bi me re nakin. Her wiha ji bo anîna
dermanan ya ji Musilê jî heta ku em destûr negirin nahêlin em biçin, ji bo wê
em gelek zehmetiyan dikişînin.”
Li himberî nexweşiyan xwe baş biparêzin
Deriya Demir di dawiya axaftina xwe de îşaret bi nexweşiyên di werza
zivistanê de kir û wiha pêde çû: “ Em di werza Zivistanê de ne, nexweşên me
piranî zarokin nexweşiyên weke serma, îshal, vereşan, vîrûs û hwd derketiye,
niha herî zêde em dermanên wan nexweşiyan tînin. Her wiha nexweşên kironîk yên
weke tansiyon, şekir, dil û hwd ku dermankirina wan pêwîste berdewam be, bi
destxistina wan dermanan de jî em zoriyan dikişînin. Divê gel di aliyê nexweşiyên heyî de xwe baş
bi parêzin, temasê li gel kesên nexweş nekin, girîngî bidin paqijiyê û xwarin û
vexwarinên xwe de baldar bin ku bikaribin xwe ji nexweşiyan bi parêzin.”
0 Yorumlar