Endama Akademiya Jineolojiyê Necîba Qerejdaxî balkişand li ser zagonên Iraqê yên ku mafên jinan binpê dikin û wiha got: “Bi rojev kirina zagonek wiha dixwaze reaksiyona civakê ya li hember bûyerên wiha bizanibin. Di heman demê de bilindkirina xeta kevneperest ya li hember xeta têkoşîna jinê ye.”
Jiyan Pîran
Di demên
dawî de hat ragihandin ku ji bo erêkirina pirjiniyê li Iraqê wê zagonek were
erê kirin. Jinên ku hevjînên wan pirjiniyê pêkbîne, mafê wan yê ji hevjînê xwe
cûda bûnê jî wê tine be. Têkildarî vê mijarê Endama Akademiya Jineolojiyê
Necîba Qerejdaxî ji rojnama me re axivî.
Necîba di
destpêka axaftina xwe de diyar kir ku şoreşa jinên Rojavayê Kurdistanê bandorî
li tevahî jinên cîhanê kir û wiha got: ”Bi rojev kirina zagonek wiha re dixwazin
reaksiyona civakê ya li hember bûyerên wiha bizanibin. Di heman demê de
Bilindkirina xeta kevneperest ya li hember xeta têkoşîna jinê ye. Ji bo
parastina kevneperestiya li Iraqê ev qanûn tên ferzkirin. Hêzên kevneperest li
hember şoreşa jinê li gorî xwe tedbîran digirin. Bi têkoşîna jinan re şoreş di
nava şoreşê de tê jiyankirin, mînaka vê jî Rojavayê Kurdistanê ye. Ev şoreş
bandora xwe li ser tevahî Rojhilata Navîn û cîhanê kir. Piştî kuştina Jîna
Emînî ya li Rojhilatê Kurdistanê, jin dibin dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azad’ de têkoşîna
xwe gerdûnî kirin. Tirsa wan ewe ku pêla têkoşîna jinên Rojhilat, Iraqê jî
bigire nava xwe. Desthilatdar li hember têkoşîna jinan qanûnan sazdikin. Di
sala 2011’an de li Parlemena Herêma Kurdistanê pêşniyarqanûnek li dijî pirjinî
hat erêkirin. Lê ev pêşniyarqanûn di nava wan bixwe de jî nehat jiyanîkirin. Serokên
partiyan di nav de herkes dikare bi rehet pirjinê pêkbînin.”
Qerejdaxî
di dewama axaftina xwe de zewaca demkin ya ku dema Iraqê di sala 2007’an de
xwestibû bi zagonan bide erêkirin bi bîrxist û wiha pêde çû: “Di sala 2007’an
de xwestin li Iraqê zewaca demkin ku niha li Îranê tê pêkanîn, li Iraqê jî
jiyanî bikin. Jinên azadîxwaz li Bexdayê li dijî vê yekê xwepişandan kirin. Ev
zagon ji ber reaksiyonan ne karî derbasî meriyetê bibe. Ji wê demê û şûnde,
yasayên plansaziyên jiyana civakî timî di nîqaşan de bû. Ti caran partiyên ku
di Iraqê de bûne desthilatdar, zagonên pêşketine nekirine mijara xwe ya yekem.
Tevlîbûna jinan a di rêvebirina welat de nebûye mijara hevpeymaniyan. Her wiha
jinan tevlî koalîsyonan nakin. Timî mijarên jin ji çav hatiye derxistin.”
Necîba
Qerejdaxî qala pirsgirêka antî demokratîkbûnê ya li Iraqê kir û wiha anî ziman:
“Li hember nêzîkatiyê desthilatdaran di nava civakê de reaksiyon heye, lê ev
reaksiyon ne rêxistinkirî ye. Li welatên rojava, jin kar bike û tevlî
parlamentoyê bibe, weke ku azadin tê hesibandin, lê ev yek jî bi hişmendiya
mêr-dewlet e. Ew jinên wir jî li gorî perspektîfên mêrsalarî tevdigerin.
Têkiliyên wan bi civakê re nîne. Têgihiştina wan a ji bo azadî pir tenge. Her
wiha takekesî esas digirin. Lê em nikarin bêjin vîna jin û hewildanên wan nîne,
heye bes gelek kêm e. Zagona Iraqê ya nû di medya dijîtal de, bi xwe re atmosferek
cûda derxistiye pêş. Civak êdî vê qanûnê qebûl nake. Lê kesên ku dewlemendin,
dixwazin jiyana kevneperest avabikin û pirjinî dixwazin. Dixwazin şer bixin di navber
jinan de. Bi bilindbûna pêlên Îslama siyasî re dixwazin di nava civakê de hemû
tiştên kevneperest rewa bikin. Lê di 25’ê Mijdarê de zilam meşiyan û diyarkirin
ku divê zilam destpêkê xwe ji hişmendiya mêr-dewlet rizgarbikin. Ev yek tiştek
pir başbû.”
Endama Akademiya
Jineolojî Necîba Qerejdax bi van gotina dawî li axaftina xwe anî. “Bilindbûna rêjeya
tûndiya li ser jinê, hem girêdayî rewşa Rojhilata Navîne û hem jî girêdayî li
hevketina civaka kevneperest û daxwazên kapîtalîzmê ne, tûndiya mêr a li ser
jinê zêde kiriye. Dema em temaşe dikin, dibînin ku di hevjiyanî de daxwazên ne
pêwîst tên israrkirin. Her ku diçe hevjiyanî li Başûrê Kurdistanê bûyerên ne
baş bi xwe re tîne. Mînak ji 1991’an heta 2012’an 16 hezar jin hatine qetilkirin.
Di nava hefteyekî de 7 jin hatine qetilkirin. Kirîzên civakê di bedena jinê de
diteqe. Her wiha kapîtalîzim jî bi rêya medyayê, mêran teşwîqî tûndiyê dike. Em
tûndiyê ne wek bûyerekî rojane û ne jî li ser cinsekê digirin dest. Tûndî
bûyerên bi sazîbûna desthilatdariyê re pêşdikeve. Kapîtalîzim tûndiyê bi destê
mêr di nava civakê de pêktîne. Malbat, perwerd û saziyên olî jî di xizmeta wan
de ye.”
.png)
0 Yorumlar