Rûxmê ku Enkîdû ji
qebîleya çiyayî ye, bi destê jina ketî xiyanetê li qebîlaye xwe dike. Ev di
dîrokê de xiyaneta yekemîn a tê zanîn e. Enkîdû bi destê jinê ve tê xistin û
yekemîn kesa ku Enkîdû wê qetil dike jî dibe Lîlîth a ku xwedî li çanda xwe
derdikeve, xwe di kunên daran de vedişêre û destûr nade kesên ku ji bo
qetilkirina xwezayê werin. Em dikarin weke pêvajoya ku berxwedanî û xiyanet di nav
hev de dimeşe pênase bike. Kurd li daristanan û çiyayan ji şaristaniyê dûr di
rewşekî ku ji bo astengkirina meylên şaristaniyê yê li hemberî xwezayê de ne,
şaristanî sûd ji zeîfatiyên Enkîdû digre û berê wî dide hevkariyê û piştre jî xiyaneta
li hemberî çanda xwe.
Êrişên ku ji derve pêk tên û
mezinbûna nifûsê avabûna bajaran jî bi xwe re tîne. Li hinek cihan ji bo
parastina xwe û çanda xwe, xwe dikşînin çiyayan, li hinek cihan jî mirov bi
hatina gel hev xwestine xwe biparêzin. Di vê wateyê de avakirina bajarên
destpêkê li ser bingehê parastinê ye, di serî de rista pêşengtiyê jin pêk tîne
lê piştre rista pêşengtiyê jê tê girtin û yê ku pê re dikeve pevçûnê bûye
zilam. Belê, çima jinê winda kir? Dibe ku gelek sedemên vê hebe. Ev mijar,
mijarekî ku lêkolîn û tehlîlekî kûr dixwaze ye. Di serî de em dixwazin vêya bi
girîngî bêjin ku pêvajoya Neolîtîkê li Mezopotamya jorîn hatiye jiyîn,
şaristanî û bajar bi halê xwe yê tê zanîn destpêkê li Mezopotamya jêrîn hatiye
jiyîn. Li cihê ku Neolîtîk lê şîn bûye, bajarbûn pêşneketiye. Li cihê ku
çandekî lê şîn dibe, çandekê cûda nikare şîn bibe. Li cihekî ku çand lê
dewlemend e çanda lawaz pêşnakeve. Şaristanî li gor Neolîtîkê ne hîn pêşketîtir
e, berovajî rastiyekî ku berhemên jinê didize û bi li hev anîna pergala xwe û
guhartina naveroka wê pêşkeş dike, jiyan dike. Avabûna bajaran ne bi niyetekî
xirab, berovajî ji ber pêdîviyekî çavkaniya xwe digre. Zêdebûna êrişan û
pêwistiya bazirganiyê avabûna bajar pêk tîne, ji aliyê zilamên ku li hemberî
van êrişan dest bi parastinê kirinê ve xwe kirina desthilatdar jî di çanda
jiyanê de guhartinê bi xwe re aniye. Ceribandina êrişê yê ku zilam ji
nêçîrvaniyê fêr bûye, li hemberî êrişan wî bihêz kiriye û vê hêza xwe kiriye
amûrekê xwe li ser civakê dîtinê. Yek ji xalên esasî yê jin lê kêm maye jî di
warê hêza parastinê de tebatî mayîna wê ye. Ji ber vê ye ku di roja me de aliyê
ku herî zêde em bal dikşînin ser, parastina xwe bi xwe pêkanîn û teqez
parastina giştî ji zilam re nehiştina jinê ye. Di her derfetê ku em hêza xwe ya
parastinê ava nekin de emê bi windakirinê re rû bi rû bimînin. Ceribandinê şer
ê bi zilam re pêşketiye, wî biriye xwe serwerkirinê, qûrnazbûnê, komplo
avakirinê. Bê guman dikaribû vêya neke. Dikaribû ceribandinên xwe yê şer ji bo
xwe serwer kirinê, hêzbûnê û xiyanetkirina kokên xwe bikar neîne, lê nebû çima?
Çima li jina ku ew ava kiriye û daye jiyîn xiyanetê kir? Bi zilamê ku xwe ji rista
rahîpbûnê re amade kir, têr nebûn pêş ket. Çavbirçîbûn a bûyîna xwediyê her
tiştî… Aliyê ku jin lê kêm ma nedîtina vê û li hemberî vê tedbîr negirtin e. Ji
hêla jinê ve baweriya zêde ya li hemberî xwe û afirînên xwe, li hemberî
pêşketinan ew bê parastin hiştiye. Nexwe rewşên ku pêşdiketin rêbazên nû û
hewildanan pêwîst dikir. Dema Enkî Me’yên ku berhemên jinê ne jê didize, Înanna
van Me’yan dîsa jê digire, lê li hemberî dûbare dizîna vana tû tedbîrekî
nagire. Li hemberî hinek rewşan Enkî ceza dike, lê efû dike. Efûkirin
dilpakiyekê girîng e, lê ger ya li pêşber ji kêmahiyên xwe bawer bike. Enkî yê
weke qûrnaz û rovî tê pênasekirin dîsa bi avakirina komployan êriş dike.
0 Yorumlar