HPG’ê bîlançoya şer a 8 mehan eşkere kir. Li gorî bîlançoyê, gerîlayan 2852 çalakî kirin, 2744 dagirker ceza kirin. 11 helîkopter hatin xistin, derb li 80 helîkopteran hate xistin. Dewleta Tirk a dagirker 3152 caran bi çekên kîmyewî êriş kir.
Navenda
Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di çarçoveya Pêngavên Şoreşgerî yên Bazên
Zagrosê û Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de bîlançoya şerê 8 mehan ê navbera
14’ê Nîsanê û 14’ê Kanûnê eşkere kir.
Di
daxuyaniya HPG’ê de wiha hate gotin:
“Li
hemberî êrişa dagirkeriyê ya artêşa Tirk a mêtinger ku 14’ê Nîsana 2022’yan li
ser Başûrê Kurdistanê ji bo dagirkirinê da destpêkirin, berxwedana dîrokî ya
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê heyşt meh tijî kir. Rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst
ku bi tunekirina rastiya Kurd ê Azad û Kurdistan a Azad dixwaze polîtîkaya
qirkirinê bi ser bixîne, li pêşiya van planên xwe yên qirêj, astengiya herî
mezin Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê dibîne. Tasfiyekirin Tevgera Azadiyê ya
Kurdistanê ji xwe re kir armanca bingehîn. Artêşa Tirk a mêtinger ku bi piştgiriya
teknîkê ya NATO’yê ya bêdawî û nokeran xwest di demeke kurt bigihêje armancên
xwe yên qirêj, li hemberî milîtanên Apoyî yên her bihost û kevirên Kurdistanê
kirine qada berxwedanê, bi fedaîtî şer dikin û berê xwe dane serketinê, careke
din bêencam ma. Li gel şert û mercên giran û derfetên kêm, Gerîlayên Azadiyê
yên Kurdistanê bi îradeyeke xurt li çeperên şer têdikoşin, bi tîmên bi tevger
her firsendê dikin çalakî û derbên giran li dagirkeran dixin. Bi vî rengî
careke din nîşanî tevahiya cîhanê da ku hêza parastinê ya paşeroja bi rûmet a
gelê me ye û Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk a ku bûye hêviya paşeroja azad a
gelên bindest, têk naçe.
Dewleta
Tirk a dagirker 3152 caran bi çekên qedexekirî êriş kir
Artêşa
Tirk a dagirker ku li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê li hemberî berxwedana me
ya gerîla xitimî ye, careke din rê û rêbazên şer ên bêexlaq û nehiqûqî xiste
dewrê û Qadên Berxwedanê bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî bombe kir. Tevî
ku gelek caran hate belgekirin ku li pêş çavên cîhanê sûcê şer dike, artêşa
Tirk a qirker ji bêdengiya mirinê ya li hemberî êrişên qirkirinê yên li ser
gelê Kurd hêzê werdigire û êrişên li dijî mirovahiyê zêde dike, bi rêk û pêk
dewam dike. Sûcdarê şer artêşa Tirk di nava 8 mehên şer de 3152 caran bi
bombeyên di asta navneteweyî de qedexekirî ne (bombeya fosforê, bombeya
termobarîk, bombeya taktîk nukleer) û çekên kîmyewî êrişî çeper û tunelên şer
ên hêzên me kir, bi vî rengî sûcê şer ê hovîtiyeke mezin pêk anî. Xeta hevkarî,
xiyanet û nokeriyê ya li Kurdistanê jî bi rengekî eşkere piştgirî da dewleta
Tirk a dagirker, ji bo dagirkirina Kurdistanê rê li ber vekir, hewl da li gelek
qadan gerîla dorpêç bike, ji pişt ve xençerê li berxwedana gerîla ya ji bo
parastina Kurdistanê bixe û li gel bangên gelê me jî ev xeta xwe ya nexêr dewam
kir. Li gel van êrişên li dijî mirovahiyê jî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê
bi ruhê fedaî yê Apoyî yê xurt li her çeperên şer berxwedaneke bênavber dewam
kirin û têkneçûna îradeya Apoyî careke din bi şênberî nîşan dan.
Gerîla
bêhn li artêşa Tirk çikand
Gerîlayên
Azadiyê yên Kurdistanê bi bicihanîna Şerê Gel ê Şoreşgerî li ser xeta serketinê
bi gavên ji xwe bawer meşiyan, taktîkên gerîla yên dema nû di nava hev de bi
kar anîn, derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xist, tunelên şer û qad bi
hostatî bi kar anîn û bi rêbaza şerê tîm ê pispor nîşan da ku karin her cûre
êrişan têk bibin. Li dijî êrişa dagirkeriyê di çarçoveya Pêngavên Bazên Zagrosê
û Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de hêzên me bi kemîndanîn, serdegirtin,
sabotaj, sûîqest, çekên giran, şer, çalakiyên gerîla yên koordîneyî û
operasyonên şoreşgerî bersiv dan. Di nava meha dawî de 299 û di nava 8 mehên
dawî yê şer de jî bi giştî 2852 çalakiyên gerîla hatin lidarxistin. Bi van
çalakiyan li qada şer bêhn li artêşa Tirk a faşîst hate çikandin. Di dema
êrişên dagirkeriyê de 2744 dagirker hatin cezakirin ku 12 ji wan kontra, 20 ji
wan leşkerên payebilind bûn û 385 dagirker jî birîndar bûn. Di encama çalakiyên
bi bandor ên gerîla de ku çi havînê çi jî zivistanê her demsalê bi îrade û hostatiyeke
mezin lidar dixin, artêşa Tirk a faşîst ji aliyê moral û motîvasyonê ve li bin
ket û ji bo karibe xwe ji nava vê rewşa xitimandî rizgar bike, wezîrê şer
Hûlûsî Akar ku vî şerê qirêj dimeşîne, gelek caran hat ser sînor, hewl da
têkçûna xwe veşêre, lê nekarî. Artêşa Tirk a faşîst ku hejmara leşkerên hatin
kuştin û navên wan eşkere nake; cenazeyên leşkeran bi balafirên şer,
helîkopterên êrişê, obus û hawanan bombe dike û dişewitîne, cenazeyan di
hundirê kîsan de ji zinaran diavêje û hewl dide tune bike, bi rêya medya şerê
taybet bi nûçeyên serketinê yên sexte hewl da têkçûna xwe veşêre. Tevî ku
cenazeyên leşkeran ên di bin kontrola gerîla de ne nasname û dîmenên wan ji
aliyê hêzên me ve hatin parvekirin jî artêş û dewleta Tirk a mêtinger ji nedîtî
ve tê û ji bo şerê xwe yê qirêj bi ser bixîne, xwedî li leşkerên xwe yên li
qada şer jî dernakeve, bi vî rengî nîşan dide ku qîmetê leşkerên wan jî ji bo
wan nîne.
Têkoşîna
me ya gerîla ku bi fermandarê me yê nemir Egîd (Mahsûm Korkmaz) destpê kir û li
ser xeta serketinê hate meşandin, bi Zîlan bû fedaî, bi Bêrîtan li ber
teslîmiyet û xiyanetê bû astengî, bi Reşît Serdar bû dîwarek li dijî
dagirkeriyê. Li hemberî êrişa dagirkeriyê her gerîlayên me yên li Qada
Berxwedanê li ser xeta serketinê ya fermandar Egîd dimeşin û bi sedan Zîlan û
Bêrîtan, Sara û Rûkenên nû afirandin. Hevrêyên me serî li ber zor û zehmetiyê
netewand, di nava her şert û mercên giran û bêderfetiyê de şer kirin, bûn
mînakên bijarte yên xeta fedaîtiyê û cihê xwe di dîroka têkoşînê ya gelê me de girtin.
Artêşa
Tirk a dagirker derfetên xwe yên teknîkê hemû seferber kir, li gel deh hezaran
leşker, kontra û çeteyan bi sedan carî êrişên dagirkeriyê kir û hemû jî ji
aliyê hêzên me yên profesyonel ve hatin têkbirin, li qadên ku dagirkeran îdîa
dikirin lê serdest in, gelek çalakiyên gerîla hatin lidarxistin. Ji Bakur heta
Başûrê Kurdistanê hêzên me li her bihosta xaka Kurdistanê bi rengekî bênavber
berxwedanê dewam dikin, derbên giran li artêşa Tirk a faşîst dixin. Çalakiyên
ku hêzên me lidar dixin û rastiya şer ji aliyê Gerîla TV ve tê qeydkirin, bi
raya giştî re tê parvekirin û rastiyên ku artêşa Tirk a mêtinger hewl dide bi
rêya medya şerê taybet veşêre, bi şênberî tê nîşandan.
Gerîlayên
Azadiyê yên Kurdistanê ku li hemberî êrişên îmha û qirkirinê yên li ser gelê me
bi rengekî fedaî şer dikin, kevneşopiya têkoşînê ya şehîdên me yên nemir kirin
bingeha berxwedanê û di nava van 8 mehan de têkoşîneke bêhempa meşandin. Di
nava vê têkoşînê de 199 hevrêyên me heta nefesa dawî şer kirin û şehîd bûn.
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li ser bingeha îdeolojiya Apoyî bûn şopdarên
xeta şehîdan, ji vê xetê şaş nebûn, rêbaza jiyan û têkoşînê ya Apoyî bêteredût
bi cih anîn, careke din nîşan dan ku xwedî hêz û biryardariya serketinê ne.
Bîlançoya
şerê 8 mehan
Bîlançoya
şerê 8 mehan ê navbera 14’ê Nîsanê û 14’ê Kanûnê wiha ye:
Çalakiyên
ji aliyê hêzên me ve hatin lidarxistin;
– Bi
rêbaza kemîn, serdegirtin, sabotaj, sûîqest, çekên giran, şer, çalakiyên
koordîneyî yên gerîla, hêzên aprastina hewayî û operasyonên şoreşgerî bi giştî
2852 çalakî hatin lidarxistin.
Encama
çalakiyên hêzên me;
– 2744
dagirker hatin cezakirin ku 12 ji wan kontra, 20 jî leşkerên payebilind in.
– 385
dagirker birîndar bûn.
Bi qasî ku
hêzên me tespît kir Herêmên Parastinê yên Medyayê bi taybetî jî Qadên
Berxwedanê;
– 3897
caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
– 5433
caran bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.
– Li ser
çeper û tunelên şer ên hêzên me 3152 caran bombeyên di asta navneteweyî de
qedexekirî ne(bombeya fosforê, bombeya termobarîk, bombeya taktîk nukleer) û
çekên kîmyewî hatin bikaranîn.
Çek û
alavên leşkerî yên hêzên me desteser kirin;
– 14 çekên
MPT-55
– 4
dûrbînên çeka MPT-55
– 4 çekên
AK-47
– 3 çekên
G-3
– 4 çeka
bombeavêj
– 2 çekên
M-16
– 2 çekên
HK-416
– Çekek
BKC
– Çekek
roketavêj a B-7
– Çekek 1
MPT-66
– 4
Debance
– 4
fîşekên bombeavêj
– 848
fîşekên M-16 û BKC
– 18
bombeyên destan û gelek bombeyên mij
– 4 êlekên
êrişê (Pola)
– 4
Mertalên Pola
– 3 Rext
– 12 Şarjor
– 7
Dûrbînên Şev/Roj
– 4
Dûrbînên Termal
– 4 Lazer
– 2 amûrên
destnîşankirinê ya lazer
–
Kamerayeke Termal
–
Dûrbîneke bi lazer
– 4
Sîstemên Kamera yên Mobesse
– 3 Kamera
datîne ser serî
– Sîstemek
radar a dikare bê hilgirtin
– 44 Kg
teqemenî
– 4 Mayin
– Cîhazek
teqandina mayinê
–
Dedektorek mayinê
– 8
telefonên destan
– 3 Bêtêl
– Paneleke
Enerjiya Rojê
–
Pûsûlayek
– 5 kêr
(Kasatûra)
– 6
çenteyên leşkerî
– 2 kumên
leşkerî
– 2 Kask
– 9 Fener
– 2
cîhazên veguherandina enerjiyê ya UPS
– 4
çavkaniyên enerjiyê
– 2
Korteks, TNT, C3
– Parçeyên
Sîstema Kamera ya Mobesse
– Tivingek
taybet a sekvaniyê
Wesayit û
alavên leşkerî yên ji aliyê hêzên me ve hatin îmhakirin;
– 8
helîkopterên Skorsky
– 3
helîkopterên êrişê
– 2 Tank
– 17
wesayitên zirxî-leşkerî
– 4
wesayitên kepçe
– 72
Sîstemên Kamera yên Mobesse
– 53 Drone
– 8 Radar
– 5
Kamerayên Termal
– 2 Teleskop
– 3
Cîhazên tevlîhevkirina sînyalê (Jammer)
– 5
Sensorên tevgerê
– 2
cîhazên guhdarîkirina li deng
–
Fotokapanek
–
Konteynirek
– 137
çeper
– 42
çenteyê leşkerî
–
Kamelyayek
– Sîstemek
Veguhastina Gaza Kîmyewî
–
Cebilxaneyek
– 7 çekên
A4
– 2 çekên
BKC
– 300 Kg
teqemenî
– 12
xefika teqandinê
– 2
çeperên A-4
– 2
xefikên çeka kîmyewî
– 2
Aspîrator
– 2
bombeavêj
– Çekek
AT-4
– Mertalek
–
Projektorek
– Depoyeke
erzaqê
Wesayitên
leşkerî yên ku hêzên me derb li wan xistin;
– 48
helîkopterên Skorsky
– 32
helîkopterên êrişê
– 19 çeper
– 12 Drone
– 9 Kepçe
– 6
wesayitên leşkerî yên zirxî
– 3 konên
leşkerî
–
Konteynirek”

0 Yorumlar