Ticker

10/recent/ticker-posts

Çalakiya nobetê bi koma hetfan didome

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya nobetê ya ku li ji bo şkandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin hefteyek li pey xwe hişt.


Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya nobetê ya ku li ji bo şkandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi koma 7’an çalakî hat dewirgirtin. Çalakiya dewirgirtinê bi deqeyek rêzgirtinê hat destpêkirin. Piştre jî li ser navê koma 7’an Mamosta Ebdulah Kapar axivî û diyar kir ku ew weke koma heftan ya çalakiya nobetê tevahî kesên ku di nava çalakiyan de ne, silav dikin û wiha got: “Emê ti carî qebul nekin ku bê Rêbertî jiyan bikin, kesên ku xwedî li Rêbertî derneketiye mafê azadiyê heq nake. Niha di kesayeta Rêbertî de li ser tevahî Kurdê azadîxwaz yê li herderê jiyan dike êrîşek dijwar tê meşandin. Cîhan jî li himberî vê bêmafiyê û tecrîda girankirî ya li ser Rêbertî tê pêkanîn bêdeng mane. Bi vê bêdengiya xwe dibe şirîkê dagirkeran. Emê weke gelê Mexmûr vê yekê ti carî qebûl nekin, li ser vî bingehî heta ku em Rêbetiya xwe bi awayek fîzîkî azad nekin emê vê çalakiya xwe berdewam bikin. Saziyên navnetewî yên weke Mafê Mirovan bi taybet weke CPT ku dibêjin em parastina mafê mirovan dikin, em wan vedixwinin erka wan ya bingehîn.”

Mamoste Ebdulah Kapar wiha domand: “Bi wê ve girêdayî mirovahiya pêşverû ku ji bo maf û azadiyan dixebitin, ji ber ku tecrîda herî giran li ser Rêbertî tê meşandin û mafê gelê Kurdi di kesayeta Rêbertî de tê binpêkirin pêwîste destpêkê ji vê pirsgirêkêre çareseriyekê bibînin û xwedî li erka xwe derbikevin, bitaybet NY û hemû saziyên mafê mirovan pêwîste bi hişyarî tevbigerin. Em weke gelê wargehê tişta ku bikeve li ser milê me em amadene û em bang li tevahî gelê Kurd dikin ku li kuderê dibin bila bibin pêwîste li ser piya bin.

Piştî axaftinê semîner hat dayîn û piştre jî çalakiyê bi sitranên koma zarokan a Kevana Zêrîn ya bi navê Jînim Jiyanim berdewam kir.

Yorum Gönder

0 Yorumlar