Ticker

10/recent/ticker-posts

Gel bi derfetên xwe zivistanê derbas dikin

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî, diyar kirin ku zivistana Mexmûrê pir kurt, sar û zûhaye. Li rûxmê hemû şert û mercan û kêm derfetiyan jî, hewldidin debara jiyana xwe bikin.

Xurbet Tallî

Hemwelatiyên Wargeha Penaberan ya Mexmûrê têkildarî zorî û zehmetiyên zivistana Mexmûrê ji rojnama me re axivîn û diyar kirin ku zivistana vir pir kurte lê sar û zûhaye.

‘Zivistana vir pir kurt, sar û zûhaye’

Hemwelatiya bi navê Seyran Çelê di axaftina xwe de da zanîn ku ew di werza zivistanê de gelek zoriyan dikişîne û got: “Li wargehê, havînê pir germ û dirêje, zivistana wê jî pir kurt, sar û zûhaye ji ber vê yekê em gelek zehmetiyan dibînin. Li wargehê eger yek nebe ku biçe kar, debara jiyana malê zehmet dibe. Li ruxmê şert û mercên herî dijwar yên rêgiriyê û kêmbûna kar jî, em dîsan hewl didin ku bi derfetên xwe debara mala xwe bikin. Niha hêjî hewa wisa sar nebûye, lê car caran ji ber zarokan em neçarin sobe pêbixin. Ji ber ku gaz zêde nîne em bixin di sobeyan de, encex em li hêviya elektirîka giştî ya ku tê ji wargehê re dimînin, ew elektirîk jî êvarî tê heta ber sibehê diçe em jî bi wî awayî bi sobeyên elektirîkê îdare dikin. Wekî wargeh aliyek yê debara jiyana me jî, milê me yê menewî ye ango baweriya me ye.”

‘Li rûxmê hemû kêm derfetiyan jî em debara xwe dikin’

Têkildarî heman mijarê hemwelatiyê bi navê Evdila Spêrtî jî wiha axivî: “Zivistana Mexmûr ne wek ya Bakure, li vir zivistan du-sê heyîvin, lê sar û zuhaye. Havîna wê jî duqatê sermaya wê germe, eger ne bi berîde û kilîmayan be, germahiya vêderê mirov nikare îdare bike. Bitaybet ji bo mirovên bitemen û zarokan hem serma ya vêderê û hem jî germahiya vêderê di aliyê nerênî de bandor dike. Ji ber rewşa me ya penaberiyê derfetek wisa baş nîne ku em bikaribin li gorî tê xwestin debara xwe bikin, eger yek ji malê kar neke debara malê jî hinek zehmet dibe bi taybet di aliyê zivistanê de. Li gorî rewşa ku niha em têdene li rûxmê hemû kêm derfetiyan jî em debara xwe dikin.”

Debara gel li ser keda dest e

Her wiha hemwelatiya bi navê Emîna Hedrîşî jî wiha behsa zivistana Mexmûrê kir: “Salên ku em nû hatîn wargehê, kesê derfetek yê ji bo debara jiyana xwe bike nebû. Xwezaya vêderê jî havînê germ û zûha, zivistanê jî sar û hişk bû. Bi derbazbûna demê re gelê wargehê bi keda destê xwe û derfetên ku bi destxistîn, kêm jî be li vêderê cihek yê jiyanê ji bo xwe vekirin. Wê demê sazî û dezgahên ji derve yên ku bi penaberan re eleqeder dibûn û alîkarî didan penaberan, di hinek aliyan de alîkarî dan gelê wargehê jî. Lê hîn zêdetir gelê wargehê bi keda destê xwe debara jiyana xwe dikir û niha jî bi heman awayî didomînin. Xwezaya vêderê ne wek ya zozana ye, Bihara vêderê meha Sibatê destpê dike ango baş derbaz dibe. Gelê wargehê ji ber ku di aliyê alîkarîdayîna hevdû de bi hev ve pir girêdayîne, di kîjan mehê de dibe bila bibe kî/ê pêwîstiya wî bi çi çêbibe, cîran û derdorên wî li gorî derfetên di destê xwe de çi hebe, li xwe û wî parvedike ango wî neçar nahêle.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar