27'ê Mijdara 1996'an, israra di partîbûnê de
Dema dawî gelek caran
dibînim; hûn dibêjin ‘pîvanên partiyê ji holê rabûne, gerîla ji holê rabûye, li
derveyî welat, li Ewropayê jiyan ji holê rabûye’. Ji bo kadroyekî PKK'ê
helwesteke ji vê metirsîdar nîne ku van gotinan bêje, bêje û pê ne êşe, pê bi êşe
lê li dijî xwe tênekoşe. Ez ji bo bîranîna hemû şehîdên PKK'ê dibêjim, ji
partîbûna bêhtir helwesteke hêja nîne! Israra di pîvanên partîbûnê de, israra
di rêbaza jiyana partiyê de, israra di wezîfeyên partiyê de, ji serketina me ya
herî dawî ya li eniyê jî hêjatir e! Serketina dawî tê û diqede, dibe ku piştre
têkçûn jî hebe, lê belê di partîbûna berfireh de her tim serketin heye.
Halbûkî destpêkirina vê
pêvajoyê bûyereke mûcîzewî ye! Di dîrokê de ti ji raperînên Kurdan ji çend
mehan bêhtir dewam nekiriye, hemû jî serberjêr bûne. Cara yekê ye pêvajoyek bi
dest ketiye ku bi pêş dikeve û hêviya serketinê dide. Şerê taybet ên li dijî me
mîna bahozê ye. Baş pê zanim ku yê li pişt şerê taybet digot, ‘serê yê ku rê li
ber vê serkeftinê vekir, yê ku di dibêje 'dixwazim bijîm' bi eciqînin'. Dîroka
hezar salî ev yek li ser ferz dikir. Pêleke din a êrîşê!
Lewma hûnê bi rengekî rast li dîroka PKK'ê vegerin, hûnê rast fêhm bikin. Bi wesîleya vê salvegerê bi vekirî di axivim. Yên ku bi vî rengî lê venagerin, mafê wê nadin, hurmeta min qet ji bo wan nîne. Ev yek ji bo min her tişt e! Ji bo min, liv û tevgera li gorî rêbaza partiyê her tişt e. Yên bi vî rengî bin, dilê min e, ruhê min e, hezkirina min e. Ji xwe em ji bo van hene.
27'ê Mijdara 1997'an, strana me
Straneke her kesî heye,
strana me jî ev e. Stran û awazeke her kesî heye. Bi xweşiya wê awazê ve diçe.
Navê strana me jî wiha ye û her diçe, kûr dibe, li xwe dide guhdarîkirin û
didome. Bi qasî ku trajîk e, her wiha komîk e, bi qasî bi êş e, her wiha xweş
e, bi qasî ku dide jiyîn, her wiha diqedîne. Ev e strana me ya jiyanê.
Nêzîkatiyeke sivik e ku
mirov PKK'ê weke partiyeke siyasî ya xwedî hin rastiyan, weke hêzeke leşkerî û
siyasî ya ku li gorî xeteke siyasî îdeolojîk dimeşe, bibîne. Dibe ku ev yek
aliyekî mijarê be, qalikên wê yên parastinê be. Lê belê cewher diyarker e. Ya
pêwîst û girîng ew ku mirov xwe bigihînin cewherê.
Me got, di şer de serketin, di jiyanê de derfetên azadiyê zêde dibin. Hewl bidin vê fêhm bikin. Hewl bidin bi vê yekê re hinekî xwe mezin bikin. Yekane rêya rizgariyê ev e.
27'ê Mijdara 1998'an
Ez dixwazim bi taybetî
silav û hezkirina xwe ji dayîkên dilşewat û keçên me yên ciwan re bişînim ji
ber vê eleqe û baldariya wan. Bi rastî jî dixwazim careke din bêjim, ez
mirovekî di xizmeta daxwaz û hêviya wan de me. Emrê her mirovekî heye, dixwazim
bêjim ku ez bi soza ku vî emrî bi başî binirxînim, girêdayî me. Ya girîng ne kes
e, ez dubare dikim ku ez ê hewl bidim bi rengekî herî baş bi vê rola xwe rabim.
Lê belê sazî hîn girîngtir in, emrê xwe dirêjtir e. PKK saziyeke baş e. Gelek
saziyên hêja hene ku li dora wê ava bûne. Ji bo me Ronesans e. Serdema herî bi
şeref, herî bi rûmet e. Di nava wê de ji xwe re cihekî baş bibînin, bibin
berdevkekî baş, bibin rêveberekî baş. Ez pê bawer im ku meşa PKK'ê ji her demê
bêhtir meşa serketinê ye, meşa sosyalîzmê ye, meşa xwişk û biratiyê ye."
DAWÎ.
Rêber Apo
0 Yorumlar