Ma evîn
ronîkirina giyaniye, ango xulîqandina jiyanêye. Gelo evîn çiye?
Ya
ku jiyanê xweş dike, hez dike û bi jiyanê re girêdayiye. Dema ku mirov qîmetê
bide, hezkirin derdikeve holê. Tişta ku wate dide ye. Evîn hezkirina welat, ax
û heqîqetê ye. Evîn rastiya ramen, hilberîn û kedê ye. Evîn di dilê her gerîlayekê
de şîndibe û bi têkoşîn û fedayîtî dibe îfadeya jiyanek rast a rêya heqîqetê.
Dibe çîrokek li ser zimanê dayîk, zarok, jin û ciwanan. Belê vê carê emê evîna
jiyanê ya Rêheval Amara li ser rupelê neqiş bikin.
Cîhan
Kapar bi nasnav Amara Şerîf di sala 1991’an de li gundê Mijînê di nav malbatek
welatparêz de tê dinyayê.
Ji ber êriş
û zextên dijmin, malbat neçarî penaberiyê dibe. Rêheval Amara jî di sê saliya
xwe de dibe zarokek penaber.
Li Etrûşê
dest bi dibistanê dike û di nav zorî û zahmetiyên
penaberiyê de mezin dibe. Hê di temenê biçûk de parvekirinê baş dizanibû. Dema
diçe dibistanê şîrê ku li zarokan dihat belevkirin, wê nedivexwer hemû dema ji
bo malbata xwe dibir. Ev taybetmendiya wê ya ku venedixwar dida vexwarin û nedixwar
dida xwarin, di wî dilê biçûk de, parvekirin û berpirsiyartî derdixist holê.
Gelê dil bi êş û çev bi rondik bi hêviya jiyanek azad û bi rûmet çend waran digûherin.
Herî dawiyê li Wargeha Maxmûr bi cih dibin. Rêheval Amara jî dibistana xwe li wir
berdewam dike heta refa 5 dixwîne. Di nav heval û dibistanê de bi pêşketin û zîrekbûna xwe her tim dibe
yekemîn.
Di nav malbat
û derdor de xwe berbirsiyar didît û di hemû karan de bi fedayene cih girtin ji
bo xwe wek erkek didît. Di hêlek de perbirsiyartiya malbatê radikir û di hila
din de jî tevlî karên rêxistinê dibû. Ji bo debara malê di wî temenê xwe yê biçûk
de diçû derve û her karî dike.
Ti carê
neheqî ne ji bo xwe û ne jî ji bo civaka xwe qebûl nedikir. Ji welat û axa xwe
dûr di nav şert û mercên penaberiyê de jiyan kirin neheqiyek mezin didît. Ji bo
wê jî li beranberê vê neheqiya ku dijmin li ser civakê dike, bi serkeftina her
karekê parastina nirx û çanda civaka xwe ve bersiv dayîn bû. Bi kedek mezin tev
digeriya. Di nav karê xwe yê derve de pir cara bi zor û zehmetiyare rû bi rû
dimîne. Lê ti carî xwe paşta nedida, bi israr diçe ser û karê xwe bi cih dine.
Di nav her kar û çalakiya de cih digire. Ji bo xwe û bi taybet jî ji bo jinek,
ji bo xwe di hemû hêlan de pêşbixe û ji bo pêşketina her fredekê perwerde girîng
didît. Li ser vî esasî li Akademiya Şehîd Jiyan dewreyek ya perwerdê dibîne. Bi
van taybetmendiyên xwe dibe evînek di nav dilê her ferdek yê civakê û malbata
xwe de.
Her rojek ku
derbas dibû dilê wê bi agirê azadiyê geş dibe û bi tevlibûna xwe ya kar re
îfadeya wateyê digihîne hev. Tevî temenê xwe yê biçûk jî ji bo barê şoreşê rake
got; ‘ez jî livirim’ û biryara tevlêbûnê dide. Ev biryardariya xwe ji bo
malbatê dibêje û di 28’ê Tebaxa 2015’an de dikeve ser rêya azadiyê û dibe
rêwiyê heqêqetê. Navê xuşka xwe li xwe dike ango navê xwe dixe Amara û navê
xalê xwe jî dixe başnavê xwe. Ev girêdanbûna wê ya bi heval û şehîdan re diyar
dikir.
Di çiyayên
azad de weke jinek gerîla xwe di her mijarê de pêşdixe û dibe parêzerek yê bîrdoziya
azadiya jin. Dibe têkoşerek warê xwedevandan. Ji bo tolhildana zarokên penaber,
bi wêrekî diçe ser dijmin û bi serketî ve digere. Di nava şerde çend caran
bîrîndar dibe, lê ti carê ji bo xwe wek asteng nagire dest û her roja ku derbas
dibe têkoşîna xwe bilidtir dike. Demek li ser dockayê li beranberî teknika
pêşketî bi vîn û wêrekî şerê herê giran dike. Ti sînor nedidanî ji bo pêşketina
xwe û bû fermanderê taximê.
Di demên herî dijwar ên şer de bi jiyan û helwesta
xwe darbeyên herî mezin li dagirkeran xist û di 8 Gulana 2021’an de bi çar
hevalên xwe re li Avaşîn digihije karwanên nemiran.

0 Yorumlar