Dewletê di her qonaxê de polîtîkaya xwe ya girtîgehan li gorî rewşa polîtîkaya muxalefetê ya li welat şekil daye. Desthilatê li Kurdistan û Tirkiyeyê nêzîkatiyên xwe yên destpotîk, otorîter û dem dem jî totalîter li ser wan ferzkiriye, mafê jiyanî jî di nav de gelek mafê wan xesp kiriye. Em dizanin armanca vê ya esasî li girtîgehan şikandina vînê ye, sepandina poşmantiyê ya li girtiyên siyasî mînaka vê ya herî şênbere.
Ez ê li
jêr hinek mînakên mafên tên binpêkirin rêz bikim, ya rastî ji vê pir girantire.
Ezê hewl bidim bi mînakan vê rewşa heyî bidim nîşandan.
Mafê
jiyanî
Binpêkirinan
mafê jiyanî ya li girtîgehan bi gelek rengan pêk tên. Bi taybet astengiyên li
pêşiya tenduristî. Jixwe piranî girtiyên ku jiyana xwe ji dest didin, piranî
kesên nexweş in. Girtiyên nexweş derman nakin û naşînin nexweşxaneyê. Bi
hincetan nayên tedawîkirin.
Mafê
tenduristiyê
Ji ber
kapasîteya girtîgehê û hejmareke zêde ya xistina qawîşan, ne li gorî standartên
jiyankirinê ye, gelek girtî ji ber van şertan bi nexweşiyên cuda re rû be rû dibin.
Ji ber nebûna qadên hîjyen, nebûna amûrên pêwîst ên tenduristiyê, sepandina mûayîneya
bi kelepçe, piştî mûayîneyê lêgerîna dev, di dema xwe de ne birina revîrê, dîsa
nebûna bijişkan, direng an jî qet nebirina nexweşxaneyê, di dema sar de
pênekirina sobeyan, dîsa dema germ pênexistina klîmayan, qutbûna avê, xwarinên pêwîst
nedayîn, sînordarbûna ji bo peydakirina ava paqij, xistina hucreyên yek kesî,
dîsa girtiyên ku tenê nikarin bimînin xistina ciheke tenê, ev hemû rê li ber
zêdebûna nexweşiyan vedike. Her wiha tevî hemû serlêdanan neberdana girtiyan bi
hinceta rapora Tiba Edlî nayên berdan mafê wan ê jiyînê tên binpêkirin.
Biryarên
îdarî û çavdêriyê
Di
14.04.2020’an de qanûna bi biryara 7242’an di yasaya 5275’an de guherîn pêk
hatiye; bi vê yekê sîstema karnameya girtiyan hatiye amadekirin, li gorî rewşa
heyî biryarên fireh ji bo îdariya girtîgehan hatiye dayîn, ev yek jî rê li ber
biryarên kêfî vekiriye. Ji ber vê yekê gelek girtiyên hikûmî cezayê xwe li mal
derbas dikin, lê girtiyên siyasî û hikûmxwarî bi biryarên çavdêriya îdarî ji
cezayê hatî dayîn zêdetir li girtîgehê tên ragirtin. Dîsa demek dirêj kesek bê
xistina bin çavdêriyê, li dijî madeya Destûra Bingehîn a 20’ê û Peymana Mafê
Mirovan a Ewropayê (PMME) ya 8’an e ku tê wateya li dijî mafê rêza jiyana
taybete. Hemwext li dijî madeya 13’an ya Destûra Bingehîn a rêgeza pîvanê ye.
Nêzîkatiya
xirab a li girtîgehan
Tevî hemû
qanûnên netewî û navneteweyî jî di serî de mafê jiyanî û tenduristiyê li
girtîgehan lêdan, gef, êşkence, avêtina hucreyên yek kesî, lêgerîna tazî,
xirabûna xwarinê û kêmbûna wê, pêkanîna cezayên disiplînê yên kêfî, nedayîna
pirtûk, serdegirtinên kêfî yên qawîşan, bi kêfî dest danîna ser nivîsan,
sînordarkirina mafê sohbet, spor û karên çandî, nepêkirina sobeyên germkirinê,
pêkneanîna zarokên ku li gel dayikên xwe di girtîgehê de ne, zêdekirina nirxên
kantînê, xwe negihandina madeyên hîjyenîk, bi têlan girtina cihê hewadariyê,
sirgûnkirina girtîgehên bi kêlometreyan ji malbatan dûr di raporên Saziyên
Civaka Sivîl de cih digirin.
Şertên
fîzîkî yên girtîgehan
Ji
kapasîteya wê zêdetir girtî li qawîşan tên bicihkirin. Ev yek li dijî qanûna bi
hejmara 5275’an e. Girtî di nava şert û mercên ne paqij û qelebalix de ku ne li
gorî rûmeta mirovî ne tên hiştin. Gelek girtî li erdê radizin.
Sewqkirin
nayê qebûlkirin
Bi awayekî
kêfî girtî bi hezaran kêlometre ji malbatan tên sirgûnkirin, tevî hemû
serlêdanan daxwazên wan ên sewqkirinê nayên qebûlkirin. Li gelek girtîgehan
sirgûn li ser girtiyan weke gef tê bikaranîn. Gelek malbat nikarin hevdîtinê
bikin.
Karûbarên
civakî
Li gelek
girtîgehan mafê hiqûqî tê sînordarkirin. Xebatên civakî tên sînordarkirin û
dîsa hejmara wan kesan tên sînordarkirin. Girtî ji aktivîteyên mîna qurs, spor
û hobî bêpar in, yan jî tên sînordarkirin. Demek dirêje karûbarên civakî hatine
sînordarkirin û bi temamî hatine rawestandin.
Mafê
agahî girtin û sansûra li Kurdî
Bi hinceta
‘ji saziya îlanê ya çapemeniyê îlanên fermî û reklaman nagirin’ rojnameyên Yenî
Yaşam, Evrensel, Bîrgun û hwd. nadin girtiyan, ji derveyî TV ku îdareya
girtîgehê diyar kirî rê nayê dayîn ti qenalên din bê temaşekirin. Li gelek
girtîgehan jî radyo tên komkirin. Her wiha nivîs, roman û dîsa çîrokên girtiyan
ji bo bê weşandin bi rêya kargo yan name tên şandin, ji aliyê îdareyê ve tê
komkirin û nayên şandin. Her wiha pirtûkên Kurdî tên şandina girtîgehan nayên
dayîna girtiyan.
Dîsa name
û daxwaznameyên tên şandin bi hinceta ku ‘xirab nîşandana mercên girtîgehê û
îdareya girtîgehê’ û ‘agahiyên şaş û îftirayan’ dubare vedigerînin. Li ser vê
yekê girtiyên ku nerazîbûn nîşanî vê pêkanînê didin, bi cezayên disiplînê tên
cezakirin û mafê wan ên agahî dayînê jê tên girtin. Nameyên Kurdî nayên şandin.
Axaftina bi telefonê ya bi malbatan re tên girtin.
Parêzer Serdar Tum

0 Yorumlar