Rojnamevan Dilgeş Sason: “Tevî berf, mij û sermayê jî, gerîla bi ruhê Apoyî dikevin çeperên dijmin û derbeyên mezin li dagirkeran dixin. Di navbera Tirkiye-Iraq-PDK’ê de trafîka hevdîtinê hene û ev jî nîşaneyên planên nû ne. Gerîla li hember birîndarên dijminên xwe jî bi exlaqî tevdigere û gerîla bê exlaqtiya li hember cenazeyan qebûl nake.”
Rojnamevanê Herêma Parastina Medyayê Dilgeş Sason, têkildarî operasyonên şoreşgerî ên gerîla, mijara parêzvanên sînor û hovîtiya dewleta Tirk a ku şewitandina cenazeyên leşkerên xwe bersiv dan pirsên ajansa me.
– Gelo gerîla bi kîjan şert û mercê operasyonên şoreşgerî pêktîne û vî ruhî ji kûderê digire?
Ji bo ku em van operasyonên şoreşgerî fêm bikin, divê em di her aliyê de şîroveyan pêşbixin. Ji ber ku gerîla xwe di her milî de amadekiriye û di encama tecrubeyên 40 salan de van operasyonan lidardixe. Gerîla di lûtkeya çalakbûn û pisporiyê de ye. Bi hatina zivistanê re derfetên gerîla zêdetir dibe. Ji ber ku teknîka artêşa Tirk têk diçe û leşkerên wan bê teknîk nikare tiştekî bike. Di dîmenên operasyonê de hat dîtin ku berf bariye, mij çêbûye û serma di asta herî jor de ye. Gerîla parçeyek ji wê axê ye û ji ber wê ne berf, ne mij û ne jî serma bandor li gerîla nake. Bi vîna Apoyî dikevin çeperên Tirkan û dijmin bê bandor dikin. Ev jî asta fedayî û pisportiya gerîla nîşan dide. Leşkerên Tirk tevî amûrên xwe ve tên îmhakirin. Hemû çalakiyên gerîla, bi boneya bîranîna şehîdan e.
– Mijara parêzvanên sînor ku dixwazin li ser sînorên Başûr-Bakûr û Başûr-Rojhilat bicih bikin çiye û di vir de rolê Iraq û PDK’ê çiye?
Piştî salekî nû li Iraqê desthilatdarî hat avakirin. Ev demeke Iraq di nava qeyranekî re derbas dibe, Tirkiye û PDK’ê xwestin ji vê qeyranê sûd werbigirin. Ji bo wê, Kazimî jî kirin hevkarê sûcên xwe. Niha jî dixwazin desthilata nû bikin hevkarê xwe. Di nava vê hefteyê de Nêçîrvan Barzanî û Serkêşê MÎT’ê li Bexdayê hevdîtinên veşartî pêkanîn. Ev trafîka hevdîtinên veşartî nîşan dide ku planên nû li dijî Tevgera Azadî tên amadekirin. Rojeva parazvanên sînor ên Bakûr-Başûr û Rojhilat-Başûr, nîşaneya lîstokên nû ne. Tirkiye bi hatina zivistanê re nikare li çiya bimîne, lewra dixwaze hindek din li şûna xwe bicih bike. PDK newêre vê bigire ser xwe û dixwaze Iraq bigire ser xwe, lê Tirkiye naxwaze Iraq be, ji ber ku Tirkiye nikare nêzikatiyên ku li PDK’ê dike li Iraqê jî bike. Lê berxwedana gerîla van planan hemûyan vala derdixe. PDK xeta xwe diyarkiriye, dewleta Tirk çibe PDK jî ewe! Gerîla li her bihûsta axa Kurdistanê de destanên lehengiyê dinivîse. Wê ev ruh di sedsala nû de Kurdan bigihîne serkeftinê.
– Hat eşkerekirin ku artêşa Tirk cenazeyên xwe dişewtîne û bi hovane nêz dibe, gelo gerîla çawan nêzî birîndarên xwe û yên dijminên xwe dibe?
Bikaranîna çekên kîmyewî di asta jor de berdewam dike. Gerîla li dijî wan, bi fedayane li berxwe didin û ji bo ku heval, ax û welatê xwe bidin jiyankirin têdikoşin. Gerîla ji bo hevalên xwe yên birîndar, her tiştî dikin. Gerîla xwedî exlaqe, li hember birîndarên dijminên xwe jî bi wî exlaqî tevdigere û tişta ku pêwîst dike. Dewleta Tirk jî li gor bê exlaqiya xwe tevdigere û hovîtiya xwe dide meşandin. Cenazeyên xwe dişewitînin û ev yek hatiye belgekirin. Gerîla bê exlaqtiya li hember cenazeyan qebûl nake. Lê mixabin, dijmin piçek jî exlaq pêre nemaye. Ji bo binketina xwe veşêre, cenazeyên xwe dişewitîne. Berxwedana gerîla her ku diçe xurt dibe. Ya girîng pêwîste her kesek xwedî li rol û mîsyona xwe derbikeve. Ji ber ku di stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî de erk û berpirsyartîya her kesekî xwedî exlaq û wijdan heye.

0 Yorumlar