Ticker

10/recent/ticker-posts

Çalakiya nobetê ya ji bo şikandina tecrîdê a li Mexmûrê didome

Çalakiya xelkê Wargeha Penaberan a Mexmurê a nobetê ya ji bo şikandina tecrida girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di roja xwe ya duyemîn de didome.


Çalakiya nobetê ya ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan li Wargeha Penbaran a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di roja xwe ya duyemîn de didome.

Îro ji aliyê Endamên Şaredariya Mexmûrê ve çalakiya nobetê hate dewirgirtin. Koma duyem bi deqeyek rêzgirtin destbi nobetê kirin.

Piştî rêzgirtinê Hevserokê Şaredariya Mexmûrê Bedaran Pîran li ser amranca çalakiyê axivî û got: “Em ji bo azadiya Rêbertiya xwe îro li virin. Em tecrîda girankirî ya li ser Rêbertî şermezar dikin. Dijmin ji bo me û Rêbertî ji hev qût bike van êrişên xwe pêktîne. Gelên cîhanê Rêbertî wek vîn û îrada xwe dibînin. Ti kes nikare wî ji malbat û parêzerên wê bê agahî bêhêle.”

Piştî axaftinê dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û  ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ hatin gotin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar