Ticker

10/recent/ticker-posts

ROJEV PIRS DIKE: Îdealîzm Çiye?

Bersivên Gel;

- Armanca jiyanê ye.

- Li ser gotina xwe mayîn e.

- Fikir e.

- Armanca rast e.

- Bawerî ye.

- Rastî ye.

- Hêza fikrî ye.

- Rastiya Xeyalan e.

- Li ser armancekî meşandin e.

- Rêya pêşiya mirov e.

- Xeta jiyanê ye.

- Bawerî û armanc e.

- Ferzkirin e.

- Zanist e.

- Di baweriyê de israrkirin e.

- Zanista fikrî ye.

- Qalibgirtin e.

- Mutlaq e.

Îdealîzm, ramanperestî an jî mengîwerî bingeha zanînê ji materyalîzmê cuda dinirxîne. Îdealîzm zanînê dixe pêşiya destpêka gerdûnê. Materyalîzm jî zanînê wekî berhem an hilberîna herî hêja û kopmleks a gerdûnê dibîne.

Li gorî nêrîn û nêzîkatiyên vê ramanê, hêmana herî girîng a heyînê, raman e. Ji vê zanînê re îdealîzm tê gotin. Îdealîzm, bingeha hemû tiştên ku hene, wekî ramanê dibîne û digihîne ramanê. Ti tiştê ku ji ramana mirovî serbixwe ye jî, wan napejirîne. Li gorî vê ramanê, li derveyî ramana mirovî, rasteqîniya ti nesneyan nayê pejirandin. Nûnerên îdealîzmê yên sereke Eflatûn, Platon, Arîstoteles, Farabî, Berkeley û Hegel in.

Li cem hersê olên mezin jî di îdealîzma objektîv de ya berdêla gerdûnîbûnê ye. Li cem Hegel jî ruh (Geist)e. Li cem K. Marks komînîzm, li cem milliyetgiran jî dewleta netewe ye. Eflatûn weke fîlozofê herî mezin ê îdealîzmê hatiye qebûlkirin û heta afirînerê wê ye yan jî wisa hatiye pejirandin û ev yek bûye sedem bi çavê pêxemberan lê were nêrîn. Ji lewra fîlozofê herî nêzî pêxemberiyê ye.

Rêber Ocalan wiha şîrove dike: “Di serdema şaristaniyê de zanist û felsefe weke şêweyên îfadekirina heqîqetê girîng dibin. Di vê de têkoşîn û lêgerîna heqîqetê bi roleke bingehîn radibe. Şûna qral-xwedayên nikarin bi maskeyê, xwe weke berê bi vegotina mîtolojîk û dînî veşêrin, sîstema hewl dide bi metafizîkê xwe binuxumîne, digire. Kengî dînên yek xwedayî têrê nekirin û kêm man, metafizîk û îdealîzma objektîv weke sûbjektîvtiya sîstemên serdest ên şaristaniyê, hatin pêşdebirin. Li şûna xwedê ‘îdea’ weke heqîqet têne danîn. Îdealîzm, weke dewleta dibe xweda, mîna heqîqetê tê nîşandan. Ji ber vê sedemê, di navbera îdealîzm û xerîbketinê de têkiliyeke xurt heye. Heqîqetên civakî ne bi xwedayan, hewl didin bi îdeayan îfade bikin. Berevajîkirin, helandin û dejenerekirina heqîqeta civakî, bi îdealîzmê re gelekî pêşde diçe.

Dema dîrokî di warê hûnandina rêbazên cihê yên nû û heqîqetan de berdar e, bi vê tespîtê mirov dikare bêje; îhtîmala ku civak di asta koman de ji nû ve were avakirin zêdetir e. Ji wezîfeyên rojane yên pratîk in ku utopyayên azadî û wekheviyê bi awayekî berçav di nava civakê de bêne avakirin. Ya li vir hewce dike nirxê rêya mirov daye ber xwe û hêza vîna azadiyê ye. Em behsa wê demê dikin ku eşqa heqîqetê nêzî jiyana azad dibe. Gotina me ev e: HEQÎQET EŞQ E, EŞQ JIYANA AZAD E!

Wê wextê, hem weke rêbaz û hem jî rejîma heqîqetê em bi eşq li pey jiyana azad nekevin, em ne karin xwe bigihîhin zanîna hewcedariya me pê heye, ne jî em dikarin pêşengên nû û dinya xwe ya civakî ava bikin. Di çarçoveya van tesewirên xwe de em ji nêz ve li mijara zanîn û pêşengiyê binêrin.”

îdealîzm bawer dike ku waneyên dibistanê divê balê bikişîne ser têgehên îdeal ên ku xwendekar divê bi nirxên bilind ên exlaqî, derûnî û manewî bên perwerdekirin.

Çawa ku objektîvîteya mutleq (materyalîzm) nîne, sûbjektîvîteya mutleq (îdealîzm) jî ne pêkan e. Heqîqet di têgihiştina li herdu seriyan de qîmeta xwe namîne. Ew têgîna ku têgihiştina îzafî ya cihêkirina obje-sûbjeyê mutleq nake, xwediyê wan xisletan e ku herî zêde xwedî kapasîteya afirandina heqîqetê ye. Îdealîzm komek ji herikîna felsefî ye ku dijberiya materyalîzmê dike. Ew destnîşan dike ku ji bo têgihîştina rastiyê ne bes e ku nesneya ku ji hêla hestan ve tê têgihîştin, lê pêdivî ye ku raman, mijarên fikirîn û ramanê bixwe bihesibînin. Di warê pedagojiyê de jî armanca wê ew e ku xwendekar rastiyê kifş bike û têkiliyek giyanî saz bike. Îdealîzm îdea dike ku raman bingeha hebûnê û zanîna rast e. îdealîzm destnîşan dike ku li gorî wan raman prensîb û bingeha hebûn û zanînê ye.

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar