Bersivên gel:
-Ne
pejirandina tişta heyî ye.
-Retkirina
tişta heyî.
-Tine
hesibandin e.
-Guhertina
rastiya heyî ye.
-Bişaftin
e.
-Li gor
xwe pîvan diyar kirine.
-Tirsa li
hemberî rastiya heyî ye.
-Ji rastiyê
revîn e.
-Ked xwarin
e.
-Qebûlnekirin
e.
-Ji
heqîqetê dûrketin e.
-Ji nedîtîve
hatin e.
-Tine
kirin e.
Înkar-înkarî:
peyvek yanî bêjeyek Erebî ye, ji bêjeya ‘nikir’ a ku tê wateya nezanîn,
nepejirandinê peyda bûye. Wateya înkarê; neqebûlkirina heqîqet, hebûn an jî
rastiya tiştekî ye. Di wateya nenaskirina rewatiya kes yan saziyekê de jî bikar
tê. Di warê olî-dînî de redkirina gotinên kiriye, veşartin û nixumandina tiştê
kiriye, yan bûye şahid. Bi navê ol, di zikra xwe de erênekirin, tesdîqnekirina
pêxember e. Di alî hiqûqî de; nepejirandina mijar an bûyerek a ku encamek
hiqûqî bi xwe re dertîne. Di hêla dîrokî, bîrdozî, siyasî, civakî, aborî, çandî
û gelek aliyên din de jî mirov dikare pir wateyên hemereng li înkarê zêde bike.
Dema mijar dibe neqebûlkirin, redkirin, haşa lêanîna hebûna tiştekî, veşartin û
berovajîkirina heqîqet û rastiya wê, pirsa “çima?” dertê pêş. Di encam de
têkiliya înkarê bi dizî, bi awayê neheq desteserkirina berhem û keda mirov û
civakan, herwiha têkiliya di navbera înkar, dizî û serdestiyê re derdikeve
holê. Du aliyê înkarê hene; yê înkar dike û yê tê înkarkirin. Yê înkar dike
serdest e, diz e, derewker e; ji ber hebûna tiştekî, rêgez, çîn, cikav an
mirovekî qebûl nake. Di demên bihurî de tiştê jiyaye, gotiye û şahidî jê re
kiriye red dike, qebûl nake, ji nedîtî ve tê û hewl dide ser rastiya wê
binixumîne. Ji bo vê jî çi ji dest tê dike. Qanûnan li gorî vê saz dike, dîrokê
çewt û berovajî dike, zext û zordariyê pêş dixe, hêza leşkerî, siyasî, aborî,
hiqûqî û têkiliyên pergala navdewletî bikar tîne. Ji bo hebûna tiştê înkar dike
dernekeve holê, serî li her rê û rêbazî dide, qada jiyanê lê teng dike, jê re
nahêle. Yê tê înkarkirin jî ger dixwaze li hember vê rewşê bijî û hebûna xwe
biparêze divê xurt, zana, rêxistinkirî, ji xwe bawer û çalak be ku karibe
hebûna xwe, rastî û heqîqeta xwe li aliyê înkarker bide qebûlkirin. Ger di van
mijaran de lawaz be wê demê tengav dibe diperçiqe û piştî demekê ji eslê xwe,
hebûn, rastî û heqîqeta xwe direve, jê dûr dikeve û dixwaze bibe weke
desthilatdarê xwe. Ango êdî ew ne ew e, kesek an tiştekî din e. Di vê wateyê de
mirov dikare bêje ku dîroka mirovahiyê, dîroka gerdûn, xweza û şaristaniyê
dîroka şerê di navbera van herdu aliyan de ye. Ger yê hebûna wî/wê nayê
pejirandin, rastî û heqîqeta wî/wê tê veşartin an ser tê nixumandin nikaribe
dîroka xwe binivîse bêguman wê dîrok ji alî serdestan, desthilatdar, diz û
derewkeran ve bê nivîsandin û tê de wê cihê hebûn, rastî û heqîqeta wî/wê nebe.
Weke rêgez bindestkirina jinan, berovajîkirina dîrokê, desteserkirina
çavkaniyên aborî û hemû berhemên keda mirovahiyê, pêşxistina pergala koletî,
xulamtî, neheqî tev bi înkarê dest pê kiriye û bi pergala dewlet-netewe re
gihiştiye asta jenosîd û qirkirinê. Du şerên cîhanê yên sedsala 20’an, kuştina
bi milyonan mirovî, talankirina xwezayê, çewtkirina rastî û heqîqeta dîrokê,
desteserkirina hemû çavkaniyên aborî, di asta mirinê de birçî hiştina gelan, bi
her awayî êrişa li ser bedena jinan, jenosîda li ser gelê Ermen, Suryan, Aşûr û
Cihûyan(Yahûdî) tev encamên xeternak ên înkara serdestan e. Sedem? Ji bo
karibin ser dizî, neheqî, nerewatî û desteserkirina dewlemendiyên civakê
binixumînin, veşêrin!
Sedsala
dawî Komara Tirkiyê jî hebûna xwe li ser înkara hebûna gelê Kurd û erdnîgariya
Kurdistanê ava kiriye. Neqebûlkirina navê Kurd û Kurdistan, ziman û çanda
civaka Kurd, nenaskirina heqîqeta dîroka Kurd û Kurdistanê çavê neyaran kor
kiriye. Lewma civaka di bin zext û bandora bombebarana bîrdozî, siyasî, aborî û
çandî ya desthilatdaran de jiyan dike, li baregehên leşkerî, dibistan û
zanîngehên wê perwerde dibînim jî çavê wan kor dibe, tevî rastiya ewqas tazî jî
nikarin heqîqetê bibînin û weke dijmin li gelê Kurd, hêzên demokrat û
azadîxwazan dinêrin. Lê roj bi heriyê nayê seyandin!
0 Yorumlar