Ticker

10/recent/ticker-posts

Jin desthilatdariyê ser û bin dike

Xebatkarên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) têkildarî êriş û berxwedaniya ku li Rojhilatê Kurdistanê tê meşandin axivîn û diyar kirin ku dewletên desthilatdar dixwazin di kesayetiya jinê de civakê bê bandor bikin.

Xurbet Tallî

Wek têzanîn li Rojhilatê Kurdistanê jina Kurd Jîna Emînî ya ku di 13’ê Îlonê de ji aliyê polîsên rejîma Îranê ve hatibû êşkencekirin, di 17’ê Îlonê de jiyana xwe ji dest da. Li himberî qetilkirina jina Kurd gelên li Rojhilatê Kurdistanê di bin dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ de serhildanek dan destpêkirin û niha belavî tevahî Îranê û heta astekê li Ewropa jî xwe daye hîskirin. Têkiltarî vê mijarê Endama Kordînasyona Meclîsa Îştarê Xurbet Îşlek û cihgirê Hevserokê Meclîsa Gel yê wargehê Hiseyîn Ziravikî ji rojnama me re axivîn.

Desthilatdar her tim jinan dike hedef

Xurbet Îşlek di despêka axaftina xwe de balkişand li ser êrişên li Rojhialtê Kurdistanê û got: “Berxwedan û serhildanên ku bi qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî ya ji aliyê rejîma Îranê ve li Rojhilatê Kurdistanê hatî destpêkirin, zêdeyî du meh li pey xwe hişt. Em vê berxwedaniya wana ji dil û can silav dikin. Li himberî rejîma Îranê ya ku îro xwe bi Îslamyeta sixte birêvedibe, bertekên gel bi awayek gelenperî li seranserî Rojhilatê Kurdistanê û Îranê her wiha li tevahî cîhanê jî derketiye pêş. Şerê ku niha li ser jin tên meşandin, ji bo reng û dengê jinê yên di nava civakê de bide tinekirin di her alî de êriş dike ku bikaribe hebûna wê ya di cavakê de bide tepisandin. Dewletên desthilatdar dixwazin civakê di kesayetiya jin de teslîm bigrin û li gorî berjewendiyên xwe birêve bibin.”

‘Azadiya civakê bi azadiya jinê re mîsoger dibe’

Îşlek di dewama axaftina xwe de îşaret bi derketina Rêbertî kir û wiha peyîvî: “Bi derketina Rêber Apo re jinên Kurd xwe naskir. Dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ ya ji aliyê Rêbertî ve hatibû tesbîtkirin ku azadiya civakê bi azadiya jinê re mîsoger dibe, îro bi wê dirûşmê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi hezaran mirov rabûne ser piyan û li himberî rejima desthilatdar a Îranê nerazîbûnên xwe didin nîşandan û tê jiyanî kirin. Serhildanên ku tên meşandin bêhtir wekî jin xwedî derketin çêdibe. Bi ruhê jinê yê ku bi salane tine dihat hesibandin, îro li Rojhilatê Kurdistanê bi qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî re pêlek ya serhildanê hat destpêkirin. Eger niha dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ li tevahî cîhanê heta astekê belabûye, ev hemû bi saya ked, têkoşîn, berxwedana Rêbertî û hêviya ku Rêber Apo dayî jinê ku îro bi vê dirûşmê xwe gihand asta herî jor.”

Xurbet Îşlek herî dawî got ku divê ew wekî jin li vê dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ ya ku hebûna jin û civakê diparêze û xurt dike xwedî derbikevin û gerdûnî bikin.

Dixwazin sedsalek din li Kurdan bidin windakirin

Hisên Ziravikî jî di derbarê serhildanên li Rojhihat de wiha axivî: “Şoreşa me li her çar parçeyên Kurdistanê li ser yek armancê didome, lê di her parçeyekê de ji ber şert û mercên heyî cûda tê destgirtin. Li Rojhilatê Kurdistanê jî ji ber êriş û tepisandinên ku ji aliyê rejîmê ve tê kirin, gel nikarin bi awayekî mayînde jiyanek azad jiyan bikin. Lê niha li himberî gef, êriş û bêmafiyên rejîmê yên li ser gel, bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ serhildanek bi pêşngiya jin hatiye destpêkirin. Di vê serhildanê de gelek kes hatin qetilkirin, birîndar bûn û dîl hatin girtin, li ruxmê van êrîşan jî gel dest ji vê serhildanê bernedan û her ku diçe berfireh jî dibe. Ev serhildan li seranserî Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bê navber didome.”

‘Rejîma Îranê dixwaze dîsa vegere peymana Qesrî Şirîn’

Hiseyîn Ziravikî di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ew wek gelê Kurd encex bi yekîtiya di nava xwe de bikaribin piştgiriya gelê Rojhilat bikin, ji derveyî tifaqa gelê Kurd tu rêyek din nîne û got: “Rejîma Îranê pêla dagirkeriyê derbazî Başûrê Kurdistanê jî kiriye. Hevdîtinên dewleta Tirk û rejîma Îran ya bi hevre, dixwaze dîsa vegerin li ser peymana Qesrî Şîrin ya ku Kurdistan pê bûyî dû parçe. Ji bo bikaribe sînorên xwe berfireh bike êrişên xwe derxistiye ji derveyî Rojhilat. Bi wê ve girêdayî dixwazin di sedsaliya Peymana Lozanê de hemû destkeftiyên gelê Kurd ji dest bigrin û sedsalek din paşde bavêjin. Ji bo vê ez bang li tevahî gelê Kurd û dostên wan dikim ku di her alî de piştgirî bidin serhildana gel a li Rojhilatê Kurdistanê.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar