Di her kêliya jiyanê de mîna teyrêkên perê xwe diwerine li jinê kirin, di bin navê parastina nirxên civakê de perên li ser canê wan mayî jî bi destê xwe ji canên xwe kişandin. Ji dîrokê heta niha qala wêrekî, bitwana û fedekariya jinê tê kirin. Jinên wargehê jî para xwe ji êş, zorî, fedekarî û desthilatdariyê girtiye û ji aliyê zehemtiyên jiyanê ve hatine govaştin. Her civakek li gorî forma xwe şikil û şêwayek da jinê, jin ji xwe re kir fedekar. Li Kurdistanê bi taybet jî li herêma Botanê ruxmê kêrhatin, heybet û hêza jinên Botanê ya ku tim bûye bingihê çîrok, destan û serpêhatiyên jî qilifê ku li jinê hatîn kirin ji yên civak û herêmên derdorê xwe ne cûdatir bû. Dayîka Fatma jî di nava civaka Botanê de li gundê Hilal çavê xwe li cîhanê vedike. Di paxila zozanên Botanê de li ber bêhna beybûn, dengê kaniyan û tama keviyên berfê zarokatiya xwe jiyan dike. Hîn di temenê lîstok lîstinê de barê jiyanek giran li milên wê dikin. Tenê bi gotina ‘Me te kir berdêla birayê te’ jiyana dayîka Fatam bigiştî hat guhertin. Ne tenê dayîka Fatma, belku bi milyonan jinên li ser rûyê vê erdê jiyan dikin di bin navê heskirina ji malbatê fedakarî dixwaze kirin qûrbanê bira, mam û bavên wan. Ne tenê êşa diyardeyên civakî, di heman demê de êşa nebûna Kurdistanek azad dibin destê desthilatdaran de herî zêde jinê jiyan kir. Ji ber ku ya ku ax kirî pîvanê heskirina xwe jine. Ji bo heskirina welatê xwe gelek bedelên giranbiha dan û heta niha jî didin. Li ber çavên wan gund, mal û milkê wan agir pêxistin. Yek ji van jî dayîka Fatmaye ku di salên 1994’ de gundê wan tê wêran kirin. Dema dayîka Fatama dixwaze agirê li ser mala mamê xwe vemirine, yek jê re dibêj; ‘êdî emê nekarin vî agirî vemirînin, tiştek bê xilas kirin ne maye.’ Ev gotin mîna aveke sar bi serê dayîka Fatma tê xwar. Piştî wê bûyerê, berê wan dikeve penabertiyek dûr û dirêj ku niha ji bûya mijara çîroka me. Wek dayîka Fatma gotî; ‘ axina min ne ji ber malê dinyayê ye, ji ber ku mêrxwez û egîdên vî welatî bûn qurbanê berjewendiyên kesên xwefiroş’ Dayîka Fatma bi hêviyên mezin mal, gund, war û zarokatiya xwe li pey xwe hêla û berê xwe da Başûrê Kurdistanê. Lê xwefiroşan, Başûrê Kurdistanê jî bi serê wan de anîn. Tişta ku dewleta Tirk bi serê wan di anî, vê carê bi destê xwefiroşîn PDK’ê dihatin kirin. Zarokên di destên dayîka xwe de ji ber nan digirîn li ber dengê tang û topan bi xew ve diçûn. Li ser axa sar û bar zorkên pêxaz dilê dayîkên dilşewitî dikizirand û tiştek ji destê wan jî ne dihat. Ruxmê hemû zorî û zehmetiyên heyî jî ti caran jinên Botanê serê xwe ne li beramberî dewleta Tirk, ne jî li hemberî PDK’ê tewandin. Bi dehan gelên wargehê li pêş çavên wan hatin qetil kirin, lê ev yek jî wan ji soz û doza wan nedan qutkirin. Dijberî wê hîn zêdetir rastiya li Kurdistanê tê jiyan kirin dîtin û soza guhertina çarnûsa Kurdan dan. Rejîma Baas ji bo gelê penaber bi mirinê re rû bi rû bihêle, berê wan dide Mexmûrê warê dûpişk û maran. Herku dijmin êrişê zêdetir dike, gelê penaber jî hêza berxwedana xwe mezintir dike û dijmin matmayî dihêle. Dayîka Fatma êşa ku jiyankirî bi vê gotinê rave dike: ‘Dema em li gund şevê ji ber dengê avê em ne dirazan, li Mexmûrê av nebû ku em vexwin. Me hesreta xwe ya li hember keviyên berfê, mêrg û beybûnên zozanên warê xwe bi axa Mexmûrê şûşt. Mirov hertiştî ji bîr dike lê êşa jiyan kirî ti caran ji bîr nake.’ Dibe ku ji wê be, dayîka Fatma heskirina herdu zarokên xwe ya li hember vê axê fêm kiriye û oxîrî rêya azadiya Kurdistanê kir. Dema dayîka Fatma qala çîroka xwe dikir dem dem çavê wê ji rûndikan tije dibûn û zuha dibû, wek ku çavên wê sozdaye wê cardin rûndikan ne rijîne li ser rûyên wê. Belê dayîkên vî welatî hertim rûyê xwe bi rûndikên xwe şûştine û xwe li ser lingan girtine.
Jiyan Pîran

0 Yorumlar