Beriya PKK’ê yan jî beriya ku Rêber Apo fikrên xwe yên azad di nava civak û cîhanê de bide belavkirin, jin ji aliyê mêr ve wek mirovên kêm û bê fikir dihatin dîtin. Li ser vê yekê di wan deman de Rêber Apo digot: “Di sedsala 21’an de wê jin bibe pêşeng, mafê xwe bistîne û serê xwe li hember ti zilmê netewîne.” Fedayîtiya jinê bi Zîlan, Bêrîtan, Eylem’an destpêkir û bi Sara û Rûkenan berdewam dike. Sara û Rûken bûn şopdarên van leheng û pêşengan. Armanca her gerîlayekê ewe ku bibin şopdarê şehîdan, xeyal û xwestekên şehîdan pêkbînin. Ji bo van pêkbînin jî, soz didin Rêber Apo û şehîdan. Di xeyalê her şehîd û gerîlayekî de heye, rojekî Rêber Apo li ser Sûra Amedê be. Gelek qehreman û fedayiyan bi vê xwestek û armancê li ser dijmin de çûn û bûn fedayiyên welatê xwe. Beriya Rêber Apo, em wek jin di gelek hêlan de kêm bûn û me rastiya xwe nasnedikir. Em ne di ferqa hêza xwe de bûn û mafê me nebû ku em xwe bînin ser ziman. Her wiha rê nedidan ku em ji bo civaka xwe bibin hêvî. Lê bi saya Rêber Apo, bi saya nirxê ku Rêber Apo dayî jinê îro li her derê cîhanê, di her çeperê de û di her qadê de jin pêşenge û civakê diparêze. Jin bûne fedayiyên civaka xwe û êdî jin bûye jiyan. Fedayîtî fedekarî dixwaze û cesareta mirovan derdixe holê. Fedayîtî ne tenê çalakiyek pêkanîne. Fedayîtî Rêbertî jiyankirine, şehîd fêmkirine û ji civaka xwe hezkirin e. Ji bo her fedayiyekê Rêber Apo wateya jiyanê ye û ji civaka xwe re bûyîna bersiv e. Her ku mirov Rêber Apo û şehîdan hîs bike, ewqas mirov dibe fedayiyê welatê xwe.
Di şoreşê
de mirov bi berpirsyartî û di pêvajoyê de bûyîna bersiv, bi hêz dibe û
pêşdikeve. Ji her şahadetê êş kişandin, ji bo fedayîyan dibe hêz û baweriyek xurtir.
Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo jinan rêxistinbûyîn naskir û jinan êdî ji
xwe bawer kir. Bûyîna gerîlayek PKK’ê fedayîtî û wêrektiyê dixwaze, her wiha
fikrek azadiya jin, civak xwezayê dixwaze. Jiyana azad û demokratîk ku Rêber
Apo dixwaze bide avakirin, destpêkê di kesayeta gerîlayan de pêktîne. Lewma îro
jin azadiyê hîs dikin û ji bo civakê azad û demokratîk bikin, canê xwe feda
dikin. Gerîlayên PKK’ê îdeolojiya Rêber Apo îfade dike. Rêber Apo ji bo ku
gerîlayan û civakê bîne vê asatê, gelek zehmetî kişand. Rêber Apo bi rexneyan
aliyê gerîla û civakê yên kêm derdixe holê û ji bo van kêmaniyan derbas bikin,
alternatîf avadike. Li çiyayên azad jiyankirin, bi hevlatî re fêrbûna
parvekirinê, her wiha di her kêliyê de şehîd, bîranîn û fedayîtî dixwaze. Jin
di her hêlê de xwe ji bo civakê feda dike. Ji destpêka mirovatiyê heta roja me
ya îro, jinê xwe ji bo civaka xwe feda kiriye û niha jî bi saya Rêber Apo ev
fedayîtî derbasî qonaxekî nû bûye. Jin bûye pêşeng û hêviya tevahî mirovahiyê.
Fedayîtî ne gerîla bûyîne an jî bûyîna şervaneke, bi sedan welatparêz xwe ji bo
gelê xwe fedakirine. Fedayîtî fêmkirina Rêber Apo û şehîdan e. Lewma îro li
Mêrsînê, di dilê dijmin de çalakiyên fedayîtî pêktên û dijmin şok derbas dikin.
Şehîd Sara û Rûken, îspata herî şênber a fedayîtiyêne. Sara û Rûken dan
diyarkirin ku ruhê Şehîd Bêrîtan û Zîlanan zindî ne. Çiya ji bo jinan
sitargeheke û cihê xwedawenda ye. Îro xwedawendên me li hember her cûre
kîmyasal û êrişan welatê xwe diparêzin û bi fedayane şer dikin. Fedayîtî ne bi
gotinê, bi hîskirin û piratîkbûyînê ye. Di vê pêvajoyê de xwedî li erka xwe
derketin û ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîn dayîna meşandin jî fedayîtiyê
dixwaze.
Denîz Kawyan

0 Yorumlar