Lucretia Coffin Mott bi helwesta xwe ya li dijî koletiyê û bi têkoşîna xwe ya ji bo bikarnanîna mafê deng a jinê di dîrokê de navê xwe da nivîsandin. Ew wekî katalîzora pêla femînîzmê ya yekem jî tê qebûlkirin. Lucretia Coffin Mott di 3'ê Çileya 1793'an de li bajarê Nantucket ê eyaleta Massachusettsê ya Emerîkayê ji dayîk bûye. Ew di warê perwerdeyê de serkeftî bû lewma di demeke kurt de bû mamoste, lê belê wê nîviya mûçeyê mêrên perwerdekar digirt. Vê tecrûbeya wê ya li Dibistanek Quakerê berê wê bi femînîzmê vedike.
Li dijî
koletiyê derdikeve
Lucretia
di 1811'an de li dibistan James Mott ê mamoste nas dike û pêre dizewice.
Lucretia nêzî olê dibe û di 1818'an de li dêrê dixebite. Li vir di destpêkê de
bi komên li dijî koletiyê ne, tê gel hevdû. Ew berhemên wekî cawê bi pembû û
şekir bi hinceta bi keda koleyan ya tê mêtingerkirin hatine çêkirin boykot
dikin. Lucretia di heman demê de xwe di warê xîtabê de pêş dixe. Bi vê yekê xwe
di nava siyasetê de dibîne. Lucretia di 1821'ê de dibe wezîra Quaker a navdar.
Ew di vê demê de wekî "Dosta gel" roleke çalak digire ser milê xwe. Ew
di 1827'an de ji mala xwe ya Philadelphiayê radibe û li hemû welatî digere. Ew
fikrên xwe yên li dijî koletiyê vedibêje.
Li dijî
zayendperestiyê jî têdikoşe
Lucretia
li gel têkoşîna li dijî koletiyê têkoşîna xwe ya li dijî cihêkariya zayendiyê
jî didomand. Cihêkariya zayendiyê berê dişopîne, ji ber çav derbas dike û
piştre li dijî wê li berxwe dide. Ji ber jin bû nikaribû biçûbûya her komeleya
li dijî koletiyê. Li ser vê yekê li ser mafên civakî û siyasî yê jinê jî xebatê
dike. Piştî demek kurt hem Lucretia hem jî James di 1840'î de ji bo
Konvansiyonuya li dijî Koletiyê ya Cîhanê wekî delegeyên ABD'ê tên hilbijartin.
Lê belê li Londonê jî ji ber nasnameya "jintiyê" bertek nîşanî
Lucretia tê dayîn. Di civîna yekem de delegeyên mêr ji bo jinên li dijî
koledariyê beşdarî rûniştinê nebin deng bi kar tînin. Li ser vê yekê
li Lucretia û aktivîstên jin yên din bi awayekî bêdeng li nîqaşan guhdar
bikin. Lê belê Lucretia bi biryare dengê xwe bide bihîstin. Di civîneke
şopandinê de bi ser dikeve ku xîtabî guhdarvanan bike û li ser mijara berhemên
belaş (malên bêyî keda koleyan tên hilberandin) daxive. Axaftina wê kurt be jî
bandorê dide avakirin û nayê jibîrkirin.
Ji bo
mafê jinê têdikoşe
Yek ji
mijara herî girîng a kongreya bi nîqaş derbas bû hevdîtina Lucretia ya bi
hevala wê ya têkoşînê Elizabeth Cady Stanton bû. Her du heval li ser
pêkanînên zayendperest ên pêre rû bi rû dimînin û her wiha li ser neheqiyên
jinên din ku pêre rû bi rû diman lêhûrbûn dikir. Di salên 1840'î de hinek
eyalet zagonên mafên darayî û milkiyetê berfirehtir dike û bi vê yekê mafê jinê
bêhtir eleqeyê dibîne. Lê belê heta 1848'an ji bo vê mijarê tiştên pêwîst sedî
sed nayên kirin. Di 9'ê Tîrmeha 1848'an de Lucretia bi xwişka xwe Martha Coffin
Wright, Jane Hunt, Mary Ann McClintock û Elizabeth Cady Stanton li mala Hunt a
Waterloo New Yorkê ji bo serdanê hatin gel hevdu. Piştî vê civînê fikra
kongreyê pêş dikeve.
Civîna
mafê jinê tê lidarxistin
Lucretia û
Elizabeth di 1848'an de xebateke mezin kirin. Di 1848'an de bi kedeke mezin li
Seneca Falls'daki Wesleyan Chapel a New Yorkê civîna mafê jinê tê lidarxistin.
Ev civîn li cîhanê ji bo têkoşîna mafê dengdayînê ya jinê bû xebata
rêxistinkirî ya yekem. Di civînê de Danezana Hestan a Lucretia û Elizabeth hat
xwendin. Di vê danezana paralelê Danezana Azadiyê de gotinên "Hemû jin û
hemû mêr bi awayekî wekhev hatine afirandin" balê dikşînin. Ev civîn wekî
katalizora yekem a pêla femînîzmê ya Emerîkayê tê qebûlkirin.
Civîna
duyem a Peymana Mafên Jinê çêdibe
Piştî du
hefte şûnde li Rochestera New Yorkê civîna duyem a Peymana Mafên Jinê çêdibe.
Lucretia dema li wir daxive bi pirsên pasajên Încilê yên piştigiriyê didin
fikra desthilatdariya mêr rast tê. Lucretia tîne ziman dema nivîsek bê
şîrovekirin mirov divê aqlê xwe bi kar bîne. Wê her arguman bi lezgînî vala
derxist û nîşan da ku ew di warê olî de çiqas zana ye. Lucretia di 17'ê Kanûna
1849’an de wekheviya zayendiyê diparêze û tûndiya li ser jinê ya di dema zewacê
de şermezar dike. Ew bi hêza xwe ya xîtabê balê dikşîne. Ew çend salan beşdarî
çalakiyên cuda dibe û daxive.
'Başî
başiyê ava dike'
Di sala
1850'î de dema Zagona Koletiya Qaçax dikeve meriyetê Lucretia û James wekî
perçeyekî Xeta Trênê ya di binê Erdê de deriyê xwe ji koleyên qaçax re vedikin.
Di 1866'an de alîkariyê dide ku Komeleya Aştiyê ya Pennsylvaniayê bê avakirin û
beşdarî xebatên aştiyê dibe. Di heman salê de wekî seroka Konvansiyonuya Mafên
Wekhev a Emerîkayê tê hilbijartin. Lucretia, ji bo mafên jinê yên siyasî û mafê
jinên reşik ên siyasî bingeha gelek rêxistinan ava dike. Ew têkoşîna aştî û
wekheviyê tîne ziman û gotina wê ya "Başî başiyê ava dike" di dîrokê
de cihê xwe digire. Lucretia, di 11’ê Mijdara 1880’an de li Chelton Hills a
Pennsylvania diçe ser dilovaniya xwe.

0 Yorumlar