Ticker

10/recent/ticker-posts

Şêniyên Mexmûrê: Kurd ji bo xwe şer dikin

Di 44. salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê de şêniyên wargeha penaberan a Mexmûrê diyarkirin ku 27’ê Mijdarê ji bo gelê Kurd û hemû gelên bindest vejîneke û gotin: “27’ê Mijdarê cara yekeme gelê Kurd şehîdan ji bo xwe dide û kedekê ji bo xwe dike. Hertim qehremanê dagirker û dijminan bû, lê îro ji bo xwe şer dikin.”

FARQÎN KARA

Di 27’ê Mijdara sala 1978’an de Partiya Karkerên Kurdistanê bi komek biçûk li ser şîara ‘Kurdistan Mêtîngere’ hat damezrandin ku 44 salin têkoşînek bê hempa tê domandin. Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di derbarê 44. salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê de hestên xwe ji ajansa Rojnews’ê re anîn ziman.

Endama Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Penaberan a Mexmûrê Hazar Uçar di destpêka axaftina xwe de salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê pîroz kir.

‘Bi berdêlên mezin, destkeftiyên mezin hatin bi destxistin’

Hazar Uçar da zanîn ku 27’ê Mijdarê ji bo gelê Kurd vejînek nû bû, vejîna gelê Kurd û gelên bindest bû û wiha axivî: “Niha bi ketina salek din, em di lûtkeya herî bilind dene. Hem ji bo gelê Kurd hem jî ji bo dijminê me weke sala fînalê tê girtina dest. Weke gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurdistanê li hemberî desthilatdaran, komkujiyan, qirkirinan û bê mafiyan 44 salin têkoşînek bê hempa bê navber berdewam dikin. Di nava van 44 salan de gelek guhertinên navneteweyî û cîhanî derketin holê û destkeftiyên gelek mezin hatin bidestxistin ku li beramberî van destkeftiyan berdêlên gelek giranbiha hatine dayîn.”

Hazar Uçar

‘Tişta dikeve ser milê me berxwedan û têkoşîne’

Hazar Uçar di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku ev sala ku weke sala fînalê tê pênase kirin bi gelek berdêlan û bi destxistina destkeftiyan heta îro hatiye û wiha domand: “Ev ne kêmin, êdî ji bo encamê têkoşîn tê kirin. Her wiha li Îmraliyê Rêber Apo berxwedanek bê hempa dimeşîne ku berxwedan û têkoşîna li çiyayên Kurdistanê, Tevgera Azadiyê didomîne bi hev ve girêdayî ye. Tişta ku ji me tê xwestin û dikeve ser milê me berxwedan û têkoşîn e. Tenê em bi têkoşîn û berxwedana xwe dikarin vê pêvajoyê bigihînin serkeftinê. Ji bo vê bi taybet banga min ji bo jin û ciwanan heye ku xwedî li Sara û Rukenan derbikevin, xwedî li çalakiyên Zîlanwarî derbikevin.”

Welatiyê bi navê Robar Îlhan jî li ser heman mijarê axivî û di destpêka axaftina xwe de 44. salvegera PKK’ê destpêkê li Rêber Ocalan û gerîlayan pîroz kir û wiha got: “Sersala PKK’ê îsal dikeve sala 45’an, hemûn salên ku derbaz bûyîn, salên pir girîng bûn. Berdêlên pir mezin hatin dayîn. Li hemberî wan berdêlan jî kedekê pir mezin li ser soza hevaltiyê û li ser soza şehîdan heta ku bigihije salek din dinava rêxistinê de dihat dayîn.”

Robar Îlhan

‘Salvegera partiyê hembêz dikirin’

Robar Îlhan di dewama axaftin xwe balkişand li ser salên 80’î ku wê demê di nava kar û xebatan de bû û wiha pê de çû: “Di navbera salên 84 heta salên 90’î em nava gel de bûn. Salvegerên damezrandina partiya PKK’ê çawa dihat pîrozkirin û pêşwazîkirin em bûn şahîd. Derfetê ku em bigihin hev du pir kêm bûn, lê bi belavkirina belavokên pîrozbahî li gel dihat dayîn. Li hemberî hêzên dewleta Tirkiyeyê ji bo pîrozkirina sersala partiyê, weke Tevgera Azadiyê jî di nava tevgerekê de bû ku belavokan bihihînin gel. Min cara yekem li gel heval Fehîma di sala 1986’an de belavokên salvegera damezrandina partiyê belav kir. Me belavokan li malan belav kir û li dîwarên dikanan da. Dema ku belavokan ji destê me digirtin maç dikirin û dikirin hembêza xwe de. Ew cara yekê bû ku min tiştek wisa dît.”

‘Ev sersal, sersala gihiştina serkeftinê ye’

Robar Îlhan her wiha eşkere kir ku 27’ê Mijdarê mirov dikare bêje roja yekem a gelê Kurd hatî ser ruyê cîhanê ye û domand: “Ji ber ku cara yekeme gelê Kurd ji bo xwe dike, şehîdan ji bo xwe dide û kedekê ji bo xwe dike. Hertim qehremanê dagirker û dijminan bû lê sersala partiyê ya wê bi xwe bû, belavok bi zimanê wê bi xwe bû û gerîlayên wê bixwe bûn. Li ser wê esasê sersalên partiyê di nava gel de kelecanek mezin dida afirandin.”

Robar Îlhan di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ev sersal, sersala gihiştina serkeftinê ye û bang li hemû welatparêzan kir ku vê sersalê bikin sersala azadiya gelê Kurd û azadiya Rêber Apo.

Yorum Gönder

0 Yorumlar