Mêrên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li dijî tundûtûjiya li ser jinê bi dirûşma ‘Têkoşîna Jinê wê azadiyê bîne, faşizmê hilweşîne’ meşiyan.
Mêrên Wargaha Penaberan a Şehîd Rustam Cûdî (Mexmûr) tevî baranê jî bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şîdeta Ser Jinê li dijî tundûtûjiya li ser jinê meşiyan. Meşê li ber Saziya Malbatên Şehîdan destpê kir. Di meşê de bênavber dirûşmên ‘Jin, Jiyan, Azad’, ‘Bijî berxwedana Gerîla’ û ‘Jin Jiyan Azadî Sara, Rojbîn, Ronahî’ û ‘Bijî Serok Apo’ berz kirin, herwiha pankartên li ser ‘Jin, Jiyan, Azad’, ‘Têkoşîna Jinê wê azadiyê bînîn faşizmê hilweşîne’ û ‘Bi rihê jinên şoreşger emê li hember hemû cûrê dagirkeriyê têbikoşin’, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdula Ocalan û jinên şoreşgerên ên cîhanê hatibûn bilindkirin.
Meş li Semta Şehîd Elîşêr bi dawî bû û li wir daxuyanî hat dayîn. Daxuyaniyê bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê tevahî Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê Cîgirê Diwana Meclîsa Gel a Mexmûrê Rûbar Îlhan axivî.
Rûbar Îlhan di destpêka axaftina xwe de hemû şehîdên jin yên li hember dagirkeran têkoşiyane bibîranî û wiha got: “Em xwendevanên fikir û felsefeya Rêber Apo li dijî hemû cûrê tundûtûjiyên ne. Pêwîste jin li hember hemû tundiya li dijî xwe têkoşîn bike. Jinên ku li hember dagirkeran têkoşîn dike yên mina Nagihan tên armanc giritin. Jinên ku rastiya xwe di fikrê Rêber Apo de bibine wê bikaribe xwe azad bike.”
Piştî daxuyaniyên kurte şanoya ‘Jin, Jiyan, Azadî hat pêşkêş kirin. Şano bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dawî bû.
0 Yorumlar