Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê û Tevgera Ciwanên Mexmûrê (TJCM-TCM) pîrozkirina 27’ê Mijdarê didome.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiyên
ji bo pîrozkirina salvegera 45’emîn damezirandina Partiya Karkerên Kurdistan
(PKK) bi pêşengtiya Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê (TJCM) û Tevgera Ciwanên
Mexmûrê (TCM) didome.
Bi beşdarbûna dehan ciwan û gelê wargehê, li semta Şehîd
Xebat bi şahiyekê, 27’ê Mijarê hat pîroz kirin. Şahî bi pêxistina agir
destpêkir û piştre bi gerandina govendê berdewam kir.
0 Yorumlar