Ticker

10/recent/ticker-posts

Bêwar Unver: Metirsî li ser Mexmûrê jî heye

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Wargeha Mexmûrê Bêwar Unver balkişand li ser bêdengiya dewletên Navnetewî ya li dijî êrişên dewleta Tirk û got: “Li ser wargehê jî metirsiyek mezin ya êrişan heye. Ji ber ku gelê Mexmûrê herî zêde li dijî dewleta Tirk berxwedaye.”

JIYAN PÎRAN

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên ji bo tinekirina gelê Kurd, li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê, taybet jî li ser Şengal, Mexmûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê bê navber dewam dikin. Herî dawî dewleta Tirk ji bo dagirkirinê, dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê operasyonek da destpêkirin.

Têkildarî êrişa herî dawî ya dewleta Tirk û metirsiya van êrişan ya li ser Wargaha Penaberan a Mexmûrê Endamê Komîteya Têkiliyên ji Derve yê Mexmûrê, Bêwar Unver bersiva pirsên rojnama me da.

Berfirehiya hevpeyvîna bi Bêwar Unver re wiha ye:

 

Sedem û armanca êrişa dawî ya dewleta Tirk a li ser Rojava, Şengal û Herêmên Parastina Medya çiye?

Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ji bo gelê Kurd, Ereb û pêkhateyên herêmê bû çirûska azadiyê. Gelên Herêmê azadiya xwe û mafên xwe yên hevpar di vê şoreşê de dîtin. Ev şoreş hêvî û baweriya gelê Kurd yên gihiştina statûyek azad da avakirin. Ji 2018’an û şûnve dewleta Tirk raste rast êrişên xwe li ser Rojava, Şengal, Herêmên Parastina Medya û Mexmûrê pêktîne. Armanca dewleta Tirk ya di êrişên li ser Efrîn, Girê Sipî û Serêkaniyê tinekirina destkeftiyên gelê Kurd yên li Rojava hatî bidestxistin bû. Êrişên dewleta Tirk berdewamiya êrişên çeteyên DAIŞ’ê ya ku bi destê çeteyan nekarîn bikin, niha bi xwe dikin. Bi hindek hevdîtinan xwestin piştgiriya Emerîka, Rusya û dewletên din bistîne, dema piştgirî nestandin, ji bo êrişên xwe rawa nîşa bide gelek hewildan kirin. Li taxa Taksîmê ya Stenbolê bi destê çeteyên xwe teqînek pêkanîn. Ev teqîn kirin hincetek ku bikarin êrişî li ser Rojava, Şengal û Herêmên Parastina Medya û rewa bidin nîşan dan. Dewleta ku leşkerê xwe bi destê xwe bi şewitîn in, wê çawa senaryoyên wiha çênekin.

Wisa diyar dibe ku hêzên ji derve ev êriş erêkirin, hûn vê yekê çawan dinirxînin?

Me gava din ji anî ziman ev demeke dewleta Tirk di nava hewildanê girtina distûrên vê êrişê de bû. Hemû êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê bi distûra hêzên koalîsyonê pêktên. Êrişên li ser Efrînê bi destûra Rusyayê pêkhat Koalîsyona Navdewletî ji çavê xwe li van êrişa girt. Diyar dibe ji bo êrişa herî dawî jî distûr hatiye girtin. Dewletên emperyal ji bo berjewediyên xwe her tiştî ji xwe re rewa dibînin. Bi hêsanî dikarin ji bo berjewediyên xwe yên navxweyî û navdewletî li ser gel û netewên din bazarê bikin. Bi salan li ser dewletên Rojhilata Navîn bazarê dikin. Berjewendiyên wan li gel kê zêdetir be li gel wan in. Ji bo wê jî çavê xwe ji êrişên dewleta Tirk re digirin.

Şervanên YPJ û YPG’ê mirovahî ji Çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin, çima îro cîhan li dijî van êrişên li ser wan bêdeng dimîne?

Ev yek heqîqetek ne tenê gelê Kurd, tevahî gelên cîhanê vê yekê dizane. Hêzên YPJ, YPG û QSD’ê ku keç û xortên Kurdan in mirovahî ji çeteyên DAIŞ’ê rizgarkirin. Hêza ku dibin felsefa Rêber Apo de xwe perwerdekirî ev çete têkbirin. Pêwîste gelên cîhanê vê yekê ji bîr neke. Gelo ger ev hêza Kurd neban wê kê mirovahî ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikirba? Ne dewletên dagirker gelên cîhanê divê li gelê Kurd bibe xwedî. Pêwîste çavê xwe li wehşeta ku li ser gelê Kurd tê kirin re negirin.

Wek tê zanîn Wargeha Mexmûrê jî di bin metirsiya van êrişan de ye nêrînên we li ser vê yek çiye û banga we çiye ?

Êrişên dewleta Tirk yên ku niha li seranserî Kurdistanê li ser Kurdê azadîxwaz tê kirin. Kurdekî bi nasnameya xwe ya netewî, çand, ziman û hebûna xwe jiyan bike, di hedefa dewleta Tirk de ye. Ne tenê li Kurdistanê, Kurd li kudera cîhanê be wê di hedefa wan de be. Êrişên dewleta Tirk di demên derbazbûyî de li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî çêbû ye. Bêguman li ser wargehê jî metirsiyek pir mezin ya van êrişa heye. Ji ber ku gelê Mexmûrê herî zêde li dijî rejima faşîst a dewleta Tirk berxwedaye û îradeya xwe teslîmî wan ne kiriye. Bêguman yek ji hedefa dewleta Tirk Mexmûr e.  Pêwîste gelê Kurd bi giştî bi ruhê şerê gelê şoreşgerî bi şervanên azadiyê re li dijî êrişên li ser Mexmûr, Şengal, Rojavayê Kurdistan û Herêmên Parastina Medya yê têkoşîn bike. Di her qadê de berxwedan û têkoşînê bilind bikin.

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar