Ticker

10/recent/ticker-posts

(WMA): Divê bikaranîna gazên kîmyawî bê lêkolînkirin

Yekîtiya Tabîban a Cîhanê (WMA) derbarê binçavkirina Seroka Yekîtiya Tabîban a Tirk (TTB) Dr. Şebnem Korûr Fîncanci de daxuyaniyek de û hate gotin; “Divê agahiyên li ser bikaranîna gazên kîmyewî yên li dijî gerîla bê lêkolîn.”


Yekîtiya Tabîban a Cîhanê ( WORLD MEDICAL ASSOCIATION) daxuyaniyeke nivîskî weşand û binçavkirina parêzvana mafên mirovan Şebnem Korûr Fîncanci bi tundî şermezar kir.

Serokê Konseya WMA’yê Dr. Frank Ulrich Montgomery got; “Binçavirina Dr. Korûr Fîncanci û gefa li endamên Yekîtiya Tabîban a Tirk têne xwarin, teqez nayên qebûlkirin.”

Montgomery got; “WMA tevlî wan kesan dibe ku dixwazin li ser nûçeyên têkildarî gazên kîmyawî yên dewleta Tirk li hemberî koma PKK’ê bi kar aniye, bi rengekî serbixwe bê lêpirsîn. Ev êrişên daîmî yên li hemberî endamên Yekîtiya Tabîban a Tirk bi temamî neheqî ne.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar