Ticker

10/recent/ticker-posts

Bikaranîna çekên kîmyawî şermezarkirin: Emê bi gerîlayên xwe re bin

Li Wargeha Mexmûrê bikaranîna çekên kîmyawî ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate şermezarkirin û hate gotin; “Gerîla rûmete me ye, divê em xwedî li wan derbikevin, hevkarê van êriş û komkujiyan PDK ye. Ev êdî eşkere bûye û bila PDK bizane wê hesab bê pirsîn. Em heta dawî li pişt gerîlayên xwe ne û em bang li tevahî jin û dayîkan dikin, werin em bi hev re xwedî li zarok û pekrewanên xwe derbikevin.”


Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di bin pêşengtiya Meclîsa Îştar de, derbarê bikaranîna çekên kîmyawî de daxuyaniyek hate dayîn. Daxuyanî li Saziya Malbatên Şehîdan bi tevlîbûna şêniyên waregehê, bi deqeyek rêzgirtin destpêkir.

Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Endama Rêveberiya Meclîsa Îştar Ezîze Tîmûr ve hat dayîn.

Daxyanî wiha ye: 

Em di kesayeta 17 şehîdên Zapê de, tevahî şehîdên Kurdistanê bibîrtînin û bejna xwe di ber kesayeta wan de ditewînin. Bi sala ne dewleta Tirk qirkirinê li ser me dide ferzkirin, karanîna çekên kîmyawî jî nîşaneya vê yekê ye. Dijmin dixwaze bi karanîna çekên kîmyawî, tecrîd û êrişan gelê Kurd tûne bike. Lê bi saya fikrên Rêber Apo ti caran ev xeyalên dijmin pêk nayê. Çekên kîmyawî sûce, lê dema li dijî gerîla tê bikaranîn ev rewa tê dîtin. Em vê yekê qebul nakin.

Em wek jinên Mexmûrê berxwedana gerîla bi dil û can silav dikin. Gerîla rûmeta me ye û divê em xwedî li wan derbikevin. Hevkarê van êriş û qirkirinê PDK ye. Ev êdî eşkere bûye û bila PDK bizane wê hesab bê pirsîn. Em heta dawî li pişt gerîlayên xwe ne û em bang li tevahî jin û dayîkan dikin, werin em bi hev re xwedî li zarok û pekrewanên xwe derbikevin. Dewletên navnetewî divê pêşî li van çekan bigire û demildest cihê bûyerê bê lêkolînkirin. Dem dema gel e, divê em wek gel rolê xwe bileyîzin.”

Herî dawî daxuyanî bi diruşmeyên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî Berxwedana Gerîla’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bimre Xiyanet’ bi dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar