Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê 8. Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan ku dûh destpêkiribû, îro bi şahiyekî girseyî hat pîrozkirin û di pîrozkirinê de soza şopandina xeta jina azad hat dayîn.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 8.
Mihrîcana Çand û Hûnerê ya Şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) ku dûh bi bi vekirina
pêşangeha wêneyan û pêşandana xwarinên gelêrî hatibû destpêkirin, îro bi
şahiyekî girseyî hat pîrozkirin.
Pîrozbahî li Navenda Çand û Huner a Mexmûrê pêkhat. Qada
pîrozbahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, HPG û
YJA-STAR’ê hatibû xemilandin.
Pîrozbahî
bi tevlîbûna şêniyên wargehê û xwendevanan, bi deqeyek rêzgirtin destpêkir. Piştî
rêzgirtinê koma Şehîd Mardîn Penaber a govendê hat ser dîkê û bi govend û cil û
bergên xwe yên gelêrî reng dan şahiyê. Piştre Şanoya ku ji aliyê Kevana Zêrîn
hatî amadekirin hat pêşandan.
Piştî
wê xelatên yekem, dûyem û sêyemîntiya tornovaya voleybolê ya Şehîd Ebûzêd
Dêrhinî hatin dayîn. Her wiha şahî bi stranên Hunermed Sosin û bi dirûşmeyên
‘Jin Jiyan Azadî’ bi coşekî mezin berdewam kir. Piştî Hunermend Sosin, koma
Şehîd Helbest Koçerîn a dayîkên wargehê ya govendê derket ser dîkê û bi
govendên xwe yên gelêrî moral dan şahiyê.
Herî
dawî Koma Hezex bi stranên xwe gel rakirin ser piyan û 8. Mîhrîcana Çand û
Hunerê ya Şehîd Bêrîtan bi girtina govendê bi dawî bû.
0 Yorumlar