Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê gerîlayên bi çekên kîmyawî şehîd bibûn hatin bîranîn

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê 17 gerîlayên YJA-Star û HPG’ê ku di encama kîmyabarana dewleta dagirker a Tirk de şehîd ketibûn, hatin bîranîn.


Li Wargeha Mexmûrê 17 Gerîlayên YJA-Star û HPG’ê di encama çekên kîmyawî yên dewleta Tirk a dagirker de şehîd ketibûn hatin bîranîn. Beriya ku merasîma bîranînê destpê bike di kesayeta 17 şehîdan de ji bo tevahî Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Şiyar Erkendî axivî û diyar kir ku dijmin ji neçariya xwe ewqas êrîşên hovane dike.

Şiyar Erkendî di axaftinên xwe de îşaret bi şikestinên dewleta Tirk a dagireker kir û wiha pêde çû: “Dewleta Tirk a dagirker tevî ku xwediyê ewqas çek û teknîka pêşketiye jî lê nekariye li qadên gerîla gavekê jî pêşde biçe. Bi karanîna van çekên kîmyawî jî ji neçariya wan tê, ji bo şikestina xwe ya li hemberî gerîla bi nixûmîne van çekên kîmyawî bikar tîne. Em bi rêzdarî şehîdên xwe bi bîrtînin û heta dilopek xwîn di canê me de hebe, emê li pey şopa şehîdên xwe bin.”

Piştî axaftinê sînevîzyona ku li ser tekoşîna 17 Gerîlayên ku di encama çekên kîmyawî de şehîd ketibûn hat nîşandan.

Merasîma bîranînê piştî nîşandana sînevîzyonê bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar