Balefirek keşfê bê navber li ser asîmanê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmur) digere.
Li gorî agahiyên ji nûçegihanê me yê herêmê hatî girtin ji saetên zû yên sibehê ve balefirek keşfê bê navber li ser asîmanê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) digere.
Lê li gorî hatî ragihandin nayê zanîn ku balefira keşfê ya hêzên koalîsyonê ye yan jî ya dewleta Tirk a dagirker e.
Hêjayî gotinê ye ku bi rojane balefirên keşfê û balefirên bi çek û bê mirov ku nayên zanîn yên kîjan welatî ne bê navber li ser wargeha Mexmûrê digerin.
Herî dawî di 29’ê Tebaxa 2022’an de balefirên bi çek û bê mirov yên dewleta Tirk a dagirker li wargeha Mexmûrê malek kiribû hedef. Di encama êrişê de welatiyê bi navê Ebûzêd Dêrhînî ku bavê 6 zarokan bû şehîd ket.
0 Yorumlar