Balafireke bêmirov û biçek ya artêşa Tirk a dagirker nêzî seytereya Cidalê ya Şengalê êrîşeke hewayî pêkanî. Li gorî zanyariyan ti zirereke giyanî çênebûye.
Îro di derdora saet 13.00’an de balafireke bêmirov û biçek ya artêşa Tirk a dagirker li Şengalê êrîşeke hewayî pêkanî.
Li gorî agahiyên ku peyamnêrê me ji herêmê ragihandiye êrîş li nêzî seytereya Cidalî ya Şengalê pêkhatiye û ti zirereke giyanî çênebûye.
Hêjayî bibîrxistinêye jinên Kurd û Iraqî li Bexdayê li dijî êrîşên hewayî yên Tirk kampanyaya qedexekirina qada hewayî li balafirên Tirk ragihandibûn. Lê tevî vê yekê jî heya niha hikûmeta federal a Iraqê û hevpeymaniya navnetewî ya bi pêşengiya Amerîkayê ti gaveke pratîkî di vê mijarê de ne avêtine. Ev jî yekem êrîşa piştî avakirina hikûmeta nû ya Mihemed Şiya Sûdanî ye!
0 Yorumlar