Rojnemevana Jin Tv Gulan Avrêl balkişand li ser xiyaneta Malbata Barzanî ya li dijî Kurdan û wiha got: “Hevala Bêrîtan netenê li dijî dagirkeriya li ser Kurdistanê, di heman demê de li hemberî feodalî û paşverûtiya Malbata Barzanî têkoşîn kir û bû xet û nasnameya jina azad.”
3’yê Cotmeha 1992’yan li hember gerîlayên Kurdistanê koalîsyona herî barbar û hevkarên wan hêzên herêmî dest bi şer kiribûn. Şer ne bi tenê li herêma Xankûrkê bû. Li Zagros, Metînan û Heftanîn jî êrişî hêzên gerîlayên azadiya Kurdistanê dihate kirin. Şehîd Bêrîtan û tîma xwe jî di vî şerî de cih girtibûn. Li herêma Xakûrkê bûn. Şer bi rojan dewam kir. Li gelek eniyan şer belav bibû. Li eniya ku Şehîd Bêrîtan lê bû, fermandarî dikir û şer ji aliyê wê ve dihat birêvebirin.
Dem 25’ê Cotmeha 1992’yan demsala payizê bû. Şer êdî hatibû radeya man û nemanê. Kozika ku Şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) têde bû ji aliyê hêzên teslîmkar û noker ve hatibû dorpêçkirin. Bêrîtan li pêşiya eniyê şer dikir ku tîma xwe ji vê dorpêçê rizgar bike. Ji serê xwe, ji milê xwe û jî singa xwe birîndar bû. Ji her derê bedena wê xwîn diherikî. Lê şer dewam dikir. Bêrîtan xwe gihandibû ser kendalekê. Li hemberî wê çemê Lolan derbas dibû. Ji bo teslîm bibe hevkarê dijmin bang dikirin. Lê Bêrîtanê li şûna teslîmî xeta xiyanetê bibe, mirinek bi rûmet hildibijêre û xwe ji zinarek bilind ber bi jêr de davêje û şehîd dibe.
Têkildarî berxwedana Şehîd Bêrîtan ya li dijî xeta xiyanet û li ser bîranîna Şehîd Bêrîtan avakirina artêşbûna jinê, Rojnamevana Jin Tv Gulan Avrêl ji ajansa me re axivî û bang li jinên Kurd û azadîxwaz kir ku xwedî li xeta Bêrtîanan derbikevin.
‘Xwestin Tevgera Azadiya Kurdistanê tine bikin’
Gulan Avrêl diyar kir ku jinên Kurd bi tevgera azadiya Kurdistanê re rêya nû ya berxwedanê ji bo xwe dan diyar kirin û wiha got: “Jinên Kurd jiyana xwe wek du qonaxan digire dest. Yek beriya Rêberê Gelê Kurd Abdulan Ocalan rewşa jinên Kurd, ya duyemîn jî piştî derketina Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan rewşa jinên Kurd. Taybet di salê 90’î de beşdarbûna jinan ya nava refên gerîla her ku diçû zêdetir dibû. Ji ber ku hemû jinên ku ev fikir nasdikirin azadiya xwe di wir de didîtin. Di wê pêvajoyê de şerê gelê şoreşgerî li Kurdistanê hatibû destpê kirin. Dewleta Tirk bi hevkarê xwe PDK’ê re di bin navê ‘Oprasyona Sandiwîç’ de êrişên qirêj dan destpêkirin. Xwestin bi xiyaneta navxweyî tevgera azadiya Kurd tine bikin.”
‘Xiyaneta Malbata Barzanî bi dawî ne bûye’
Avrêl di dawama nirxandinên xwe de berxwedana Şehîd Bêrîtan ya li dijî xeta xiyanetê ya di salên 1992’yan de bibîrxist û wiha pêde çû: “Di sala 1992’yan de fermandar û şoreşgera mezin, hevrê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) li hember teslîmyetê berxwedan wek xetekê da pêşiya gelê Kurd. Hevala Bêrîtan netenê li dijî dagirkeriya li ser Kurdistanê, di heman demê de li hemberî feodalî û paşverûtiya Malbata Barzanî têkoşîn kir û bû xet û nasnameya jina azad. Heval Bêrîtan bi berxwedana xwe bû destpêkek ji bo xeta azadiya jin. Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan li ser bîranîna Heval Bêrîtan artêşbûyîna jin da avakirin. Di kesayeta hemû şehîdên azadiya Kurdistanê de mîrateya Heval Bêrîtan gerdûnî bûye û niha tevahî jinên cîhanê vê têkoşînê hembêz dikin. Hemû jinên azadîxwaz yên dixwazin azad bibin gihiştine wê zanabûnê ku pêwîste xwe birêxistin bikin. Têkiliya Malbata Barzanî ya bi dewleta Tirk re heta niha jî li ser bingihê xiyanetê berdewam dike. Di roja me ya îro de dijminatiya ku Malbata Barzan dike, dewleta Tirk nake. Ji ber ku tişta dewleta Tirk dixwaze, Malbata Barzanî pêktîne.”
‘Heval Bêrîtan pêşenga jina ye’
Rojnamevean Gulan Avrêl di dawiya axaftina xwe de banga xwedîderketina li xeta Şehîd Bêrîtan li tevahî jinên azadîxwaz kir û got: “Xeta jina azad ya ku di keseta fermandara mezin Heval Bêrîtan de derketî pêşî, niha li çiyayên Kurdistanê bi ruhê şervanên YJA-Star li tevahî Kurdistanê belav bûye. Ger ku îro hemû jinên cîhanê di bin dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ de li hevkom dibin û azadiya xwe dixwezin, ev bi saya tevgera azadiya Kurde û yek ji van pêşengan jî Heval Bêrîtane. Wek jinên Kurd ji bo em bikaribin li hember xeta xiyanet ya PDK’ê û dagirkeriya dewleta Tirk têkoşînê bigihînin serkeftinê, divê em rêxistinbûyîna xwe xurt bikin. Bi ruhê Şehîd Bêrîtan helwesta xwe li dijî wan diyar bikin û bi Rêbertî re azad jiyan bikin.”
0 Yorumlar