Ticker

10/recent/ticker-posts

'Rêber Apo vîn û hêviya me ye'

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan bang li tevahaî gelên azadîxwaz kirin ku çalakiyan bikin û diyar kirin ku Rêber Ocalan hêviya milyonan kese.

ARMANC HEREKOL

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji Rojnama Rojev re axivîn û ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan û li dijî tecrîdê banga çalakiyan kirin.

‘Rêber Apo vîna milyonan kesan e’

Jina bi navê Cemîle Korkmaz, tecrîd wek sûcekî dij mirovî bi nav kir û got: “Rêber Apo ne keseke, gel e. Rêber Apo fikrê azad a jinê ye. Bi saya Rêber Apo em bûne xwedî vîn û xwedî armanc. Rêber Apo vîna milyonan kesan e. Rêber Apo jin azad kir, gel şiyar kir û gelê Kurd ji bindestiyê xilas kir. Ji ber wê niha di armanca tevahî desthilatdaran de ye. Ji bo wê ye ku evqas tecrîd tê pêkanîn û pergala êşkencê li ser Rêber Apo tê sepandin. Sîstema me ya ku bi saya Rêber Apo me zaniyê, dijî netewe dewletane. Ji bo wê wek gelê Kurd di kesayeta Rêber Apo de tevahî gelê azadîxwaz ango kesên zana tên tecrîdkirin.”

‘Rêber Apo hêviya jinan e’

Cemîle Korkmaz anî ser ziman ku êrişên li ser Şengal, Mexmûr û Rojava jî girêdayî tecrîda li ser Rêber Ocalan ne û wiha domand: “Sîstema desthilatdar timî dixwaze jina Kurd bindest û kole be. Li Rojhilatê Kurdistanê bi navê îslamiyetê jinan qetil dikin. Mînaka herî berbiçav jî Jîna Emînî ye. Ji bo wê Rêber Apo bûye hêviya jinan. Bi azadiya Rêber Apo ya fizîkî re wê tevahî jin azadbin. Ji bo wê yekê ez bang li tevahî jinan dikim, werin em bi hev re dijî tecrîdê rabin û azadiya xwe bi dest bixin. Wek jin em deyndarê Rêber Apo ne, ji bo wê divê em wek jin, Rêbertiya xwe di hêla fizîkî de jî azad bikin.”

’18 mehin agahiya me ji Serok Apo nînin’

Her wiha şêniyê bi navê Ferhan Didêrî jî têkildarî heman mijarê axivî û tecrîda li ser Rêber Ocalan bi tûndî şermazar kir û ev tişt gotin: “Ev 18 mehin bi ti şêwazê em agahî ji Rêberê xwe nagirin û em ji ber vê yekê jî gelek bi hêrsin. Ji bo ku em Rêber Apo bi awayekî fizîkî azad bikin, divê gelê Rojhilata Navîn dakevin qadan. Ji ber ku Serok Apo ne tenê ji bo me dike, ji bo tevahî mirovahiyê dike. Ev eşkereye ku ger Rêber Apo niha di hêla fizîkî de azadbûya û fikrên xwe bikariya di vê pêvajoyê de bi me re parve bikira, bawerkin wê tevahî pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bibûna.”

‘Ger bixwazî azad bî dakeve qadan’

Herî dawî Ferhan Didêrî ev tişt anîn ser ziman: “Mixabin ti maf ji bo Kurdan nayên pêkanîn. Ji bo wê encex em bi xwe mafên xwe bi dest bixin. CPT ji tecrîdê re bêdenge û OPCW ji çekên kîmyawî re bêdengin. Ev rastî gelek bi êşe, lê wek gelê Kurd divê em hêza xwe bikin yek û tecrîdê bişkînin. Divê tevahî gelê azadîxwaz di vê pêvajoya girîng de, dakeve qadan û têkoşîna heyî geş bike. Banga me zelal e, ger bixwazî azad bî dakeva qadan û têkoşîna mafên xwe bike. Dest ji her tiştî berdin, divê em demildest Serok Apo bi awayekî fizîkî azad bikin.”

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar