Ticker

10/recent/ticker-posts

GOVEND HUNERA ROJANE YE

Endamên Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê, Weysî Îzer û Mizgîn Tumak balkişandin li ser şêwazên parastina çand û hunera Kurdewarî ya di wargehê de û gotin: “Govend rêbaza herî dewlemend ya parastina çanda Kurdewarî ye. Ji bo ev çand zindî bimîne em zarokan di warê govendê de perwerde dikin.”

ROJ YILDIZTAN

Di bin sêwana Çand û Hunerê ya Mexmûrê de komên zarokan di warê govendê de tên perwerde kirin. Ev kom di rojên şahiyan de diçin ser dîkê û hunera xwe pêşkêş dikin. Têkildarî perwerdekirina zarokan ya di aliyê govendê de Endamên Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê, Weysî Îzer û Mizgin Tumak ji rojnama me re axivîn û gotin: “Armanca me ya ji vê perwerdê parastina çanda resen ya Kurdewarî û dûrxistina zarokan ya jî şerê taybet yê li ser wargehê tê pêkanîn e.”

‘Gelê Kurd çand û hunera xwe di gelek aliyan de bi girtina govendê parastiye’

Weysî Îzer di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ew ji perwerdekirina zarokan hes dike û dixwaze zarokan fêrî govandê bike û wiha got:“Ez ji perwerdekirina zarokan hes dikim û bi taybet dixwazim wan di aliyên govedê de perweredebikim. Ji ber ku gelê Kurd çand û hunera xwe di gelek aliyan de bi girtina govendê parastiye. Em niha 19 xwendevanên keç û xort perwerdedikin. Armanca me ya ji vê perwerdê parastina çanda resen ya Kurdewarî û dûrxistina zarokan ya ji şerê taybet yê li ser wargehê tê pêkanîn e. Xwestek, kelecan û helwesta zarokan ya ji bo perwerdê gelek başe, ev yek jî asta perwerdê di aliyê erênî de bandor dike.”

Îzer di berdewamiya axaftina xwe de bang li zarok û ciwanên wargehê kir ku berê xwe bidin Navenda Çand û Hunerê û wiha gotinên xwe bi dawî kir.: “Deriyê me ji her kesê re vekiriye, yên ku bi xwazin di xebatên çandî de cih bigrin dikarin serlêdana Navanda Çand û Hunerê bikin. Ji bo parastin û pêşxistina çanda heyî, pêwîste em di aliyên Şano, Govend, Stran û Sînamayê de çand û hunerê xurt bikin.”

‘Min dixwast bibim mamostayê govendê û niha jî wê armanca xwe bi cih tînim’

Mizgîn Tumak jî têkildarî perwerdeya ku tê dayîn axivî û diyar kir ku ev demek dirêje ew bi perwerdekirina zarokan ya di aliyên çand û hunerê de mijûl dibe û wiha got: “Ez bi kêfxweşî û kelcanek mezin vî karî dikim. Ji ber ku ez hem ji zarokan hes dikim û hem jî ji girtina govendê hes dikim. Ez mîna van zarokên ku niha li ber destê me perwerdedibînin, di temenek biçûk de fêrî govendê bûm. Lê armanca min ne tenê girtina govendê bû, min dixwast bibim mamostayê govendê û niha jî wê armanca xwe bi cih tînim, ji bo wê jî gelek şanazim. Navê vê komê Koma Şehîd Serhed e, wê di 27’ê Mijdarê û şahiyên pêşiya me de derkevin ser dikê. Em govendên Herêma Botanê û Herêma Colemêrgê fêrî xwendevanên xwe dikin. Zarokên ku heskirina wan ji govendê re heyî beşdarî vê komê bûne, zû fêr dibin ji bo wê jî em di aliyê fêrkirinê de zoriyê jiyan nakin.”

Mizgîn Tumak di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo zarokan di aliyê çand û hunerê de pêşbixin xwedî armancin û wiha got: “Ji bo ku zarok bi kevin di ferqa parastina çanda xwe de, her wiha ji bo em wan ji şerê ku li ser wargehê tê meşandin dûr bigrin, wan perwerde dikin. Ez bang li zarokên wargehê dikim ku werin cihê Navenda Çand û Hunerê û Kevana Zêrîn daku bikaribin di aliyê çandî de xwe pêş bixin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar