Hevşaredar Bedran Pîran: “Hevdîtinên ku me bi dewleta Iraqê re pêkanîn, me giranî da ser van sê xalên wek erzaq, gaz û mazot ê. Di encama van hevdîtinan de, me di Îlona îsal de karî mazota jeneratoran bigrin.”
XURBET TALLÎ
Hevşaredarê Wargeha Penaberan a Mexmûrê, Bedran Pîran
têkildarî amadekariyên sotemeniyê yên ji bo zivistanê ji rojnama me re axivî û
diyar kir ku ev zêdeyî pênc salane ne ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve, ne ji aliyê Hikûmeta
Herêmê û Neteweyên Yekbûyî ve bi ti awayî alîkarî nedaye wargehê.
‘Soz dane ku di meha pêşiya me de gaz jî were dayîn’
Bedran Pîran wiha dest bi axaftina xwe kir: “Weke her
hemwelatiyekî ku di xaka Iraqê de jiyan dike çawan mafê wan yê girtina mazot,
gaz û hemû pêdiviyên jiyanî heye, em jî wek penaberên siyasî ku li ser xaka
Iraqê jiyan dikin pêwîste ji aliyê Wezareta Koç û Koçberan ve ku weke berpirsê
penaberan tê zanîn girtina pêdiviyên wek gaz, mazot, erzaq, xizmet gozarî û hwd
de bihatibûya dayîn, lê nehatiye dayîn. Wek Şaredarî û dîplomasiya wargehê, di
sala borî de gelek hewildanên me yên hevdîtinê ji bo pêdiviyên jiyanî yê gelê
wargehê bi dewleta Iraqê re çêbûn. Di hevdîtinên ku me pêkanîn de, me giranî da
ser van sê xalên wek erzaq, gaz û mazot ê. Di encama van hevdîtinan de, me di
Îlona îsal de karî mazota jeneratoran bigrin. Hewildanên me yên ji bo gazê jî çêbûne,
li gorî hevdîtinên ku me bi wan re pêkanîn soz dane ku di meha pêşiya me de gaz
jî were dayîna wargehê.”
Em bi alîkariya gelê xwe gehiştine vê astê
Pîran wiha domand: “Wek tê zanîn ev dorpêça ku ji aliyê
Mala Barzanî ve li ser wargehê hatî danîn zêdeyî sê salane didome. Dema em
aliyê wî yê siyasî bigirin dest, bandora dewleta Tirk ya li ser Herêma
Kurdistanê û bi taybet herêmên dibin desthilatdariya PDK’ê de pir zêdeye. Ev
herêmên ku dibin desthilatdariya PDK’ê de weke ku ticaretê bike, hemû firotine
dewleta Tirkiyê. Em jî wek gelekî penaberên siyasî ku ji ber zilma wê dewletê,
li vêderê jiyan dikin. PDK jî bi guhdarkirina dewleta Tirk re fermanên ku ji
aliyê wî ve tê dayîn li ser wargeha me pêktîne. Astengiyên ku di van 4-5 salên
dorpêçê yên ku derbazbûyî de, bi ti awayî ne di aliyê erzaq, gaz, xizmetgozarî,
çêkirina rê û cadeyan, mazota jeneratoran û hwd alîkarî ne hatiye dayîna wargehê.
Me ev yek bi derfetên di destê xwe de heyî û bi alîkariya gel gihandiye vê astê.
Her wiha ji derveyî mazota jeneratoran, hewildanên me yên ji bo wergitina erzaq
jî heye. Weke salên derbazbûyî çawan hemû mehan her hemwelatiyek yê Iraqê
erzaqê xwe digirtin, me jî li gorî qanûnên Iraqê yên mafê penaberan têde tê parastin
para xwe jê digirt. Li gorî hevdîtinên me yên bi wan re çêbûyîn, pêwîste heta
serê salê tiştên ku me qala wan kirî çareser bibin.”
‘Nezelalbûna di Iraqê de dibe sedema taloqkirina
hevdîtinên me’
Hevşaredarê Wargeha Mexmûr, Bedran Pîran bi van gotinan
dawî li axftinên xwe anî: “Yek ji sedemên taloqkirina hevdîtinên me yên bi
Iraqê re bi taybet yên di van demên dawî de çêbûyîn, nezelalbûna dewleta Iraqê
ye. Ji ber vê yekê mirov dikare bêje Iraq ketiye di bin bandora dewletên ji
derve, bi taybet ya dewleta Tirkiyê de. Her wiha beşek ji Herêma Kurdistanê ya
ku dibin desthilatdariya Mala Barzanî de jî ketiye destê dewleta Tirkiyê de. Êrişên
dewleta Tirk yên di van demên dewî de li ser herêmên ku sîstema netewa
demokratîk têde hatî rûnişkandin wek Mexmûr, Rojava û Şengal hîn dijwartir
bûye. Bi taybet em rewşa xwe ya wargehê bigrin dest, dewleta Tirk ji vê rewşa
tevlîhev ya Iraqê sûd digere û ji ber wê rojane bi rêya PDK’ê, îstxbaret û mîta
xwe agehiyên dûrî rastiyê li ser wargeha me dide Iraqê, ev jî dibe sedem ku
dewleta Iraq bi dudilî nêzî me bibe. Hinek rayedarên Iraqê yên ku em weke
Şaredarî û dîplomasî bi wan re hevdîtinê pêktînin jî dibînin ku ev agehî ne
rastin lê newêrin baxivin. Ji bo dewleta Tirkiye her çi aliyek siyasî û
rêkxirawek be ferq nake, dema di aliyê Kurdînî de bi hizire raste rast dibe
hedefa dewleta Tirk. Ji ber vê yekê jî di aliyê dewleta Iraqê ve kesên ku di
aliyê wezaretan de bi me re eleqeder dibin, her wiha berpirsyartiya wan li
beranberî me heyî, ji vê bandor dibin.”

0 Yorumlar