Li Herêma Kurdistanê bûyerên qetilkirina welatparêzên Kurd zêde bûne. Tenê ji sala 2021’an ve li Silêmaniyê 3 welatparêz û akademîsyenên Kurd ji aliyê MÎT’a Tirk û hevkarên wê ve hatine qetilkirin û rêveberiya Herêma Kurdistanê hesam ji qetilkaran naxwaze. Îro jî li Silêmaniyê Akademîsyen Nagîhan Akarsel di êrişek çekdarî de hate qetilkirin.
Dewleta Tirk a dagirker 16’ê Îlona 2021’an de li Silêmaniyê welatiyê bi navê Ferhad Bariş Kondu ku ji Bakurê Kurdistanê ye kir hedef. Di êrişê Ferhat birîndar bû.
Piştî vê êrîşê di 17’yê Îlona 2021’an de Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut ê bi nasnav Şukrî Serhed li bajarê Silêmaniyê bû hedefa guleyên endamên MÎT’a dewleta Tirk a dagirker û di êrişê de şehîd bû.
Li gorî zanyariyan, kesên ku êrîşî Şehîd Şukrî kirine 4 kes bûn, yek ji vana gulebaran kiriye, yên din li derdorê bûne û piştî gulebaranê bi seyareyek tîpa pikap a Toyota ber bi Hewlêrê ve revîne. Tevî ku di nava Silêmaniyê de ewqas kamareyên çavdêriyê û nuqteyên kontrolê hebûn, ti astengî li pêşiya wan nehatiye çêkirin. Polîsan ji bo girtina bikujan û belgeyan tenê serî li cihê bûyerê dane.
Li ser nerazîbûnan, Rêveberiya Giştî ya Dije Terora ya girêdayî YNK’ê heman rojê (17 îlonê) daxuyanî da û ragihand ku derbarê bûyerên di nava 2 rojên dawî de li Silêmaniyê qewimîne, agahiyên girîng bi dest ketine. Dije Terorê diyar kir ku heya bûyer baş bê zelalkirin û piştrastkirin, ewê hemû agahiyên pêwîst bi raya giştî re parve bikin. Lê hîn ji raya giştî re nehatiye parvekirin.
Roja 18’yê îlonê sere sibehê jî dezgeha Zanyarî û Asayîşa Silêmaniyê daxuyaniyek hevpar dan û diyar kirin ku êrişên 16 û 17’yê îlonê ji aliyê yek kesî hatine pêkanîn û ew kes hatiye girtin. Wêneyên kesê hatiye girtin jî hatin parvekirin. Lê piştre çavkaniyên nûçeyan, red kirin ku ew kes tawanbarê sereke be.
Piştî bûyerê li gorî agahiyên ketine destê ajansa me de êriş ne ji aliyê kesekê ve pêkhatiye, çar kesan êriş pêkanîne û piştre bi wesayîtekê reviyane.
Piştî bûyerê, di demek kurt de, Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê şehîdbûna Şukrî Serhed eşkere kir û diyar kir ku ew êriş ne tenê li dijî PKK’ê ye, li ser tevahiya xelkê Başûrê Kurdistanê ye û aramiya Silêmaniyê ye.
Cîgirê Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Qubat Talebanî li ser qetilkirina şoreşgerê Kurd Şukrî Serhed ku li Silêmaniyê ji aliyê MÎT’a Tirkiyeyê ve hat kuştin got; “Kujerên Şukrî Serhed bigrin û radestî dadgehê bikin.”
Di ser şehîdxistina Şukrî Serhed (Yasîn Bulut) re salek derbas bû, lê “agahiyên pêwîst” ku dihat gotin wê werin parvekirin, nehatin eşkerekirin. Kujer jî hîn nehatine girtin û radestî yasayê nehatine kirin.
Di demek ku her kes li bendê bû kujerên şehîd Şukrî Serhed werin girtin, lê nûçeya êrişa ser Zekî Mihemed Çelebî belav bû.
Derengiya şeva 17’ê Gulana 2022’yan welatparêzê ji Bakurê Kurdistanê û xwediyê restoranta Denîz Mihemed Zekî Çelebî li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê rastî êrişeke çekdarî hatibû û 18’ê Gulanê li nexweşxaneya Şar a Silêmaniyê jiyana xwe ji dest dabû. 139 roj bi ser qetilkirina Çelebîre jî derbas bûne, lê heya niha kujer nehatine girtin.
Di 17’ê Hezîranê de li Kelarê Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî li gel 3 hevalên xwe yên din di wesayîta ku ji aliyê dewleta Tirk ve hate bombebarankirin de şehîd bû.
Piştî wê mehek derbas nebû welatparêke din jî hate qetilkirin. Di roja 28’ê Tebaxa 2022’yan de Endamê Encûmena Giştî ya Tevgera Azadî Suheyl Xurşîd Ezîz bi nasnav Mamosta Şemal li bajaroka Kifrî ya parêzgeha Germiyanê, li ber deriyê mala xwe hat qetilkirin.
Piştî wê bi rojekê jî vê carê dewleta Tirk a dagirker li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) welatparêzek Kurd qetilkir. Welatiyê bi navê Ebûzêd Dêrhînê ê bavê 6 zarokan li ber derê mala xwe di encama êrişa balafira bi çek û bê mirov ya dewleta Tirk a dagirker de hate qetilkirin.
Edîtora Kovara Jineolojiyê û Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê, aktîvîst û akademîsyen Nagîhan Akarsel îro li taxa Bextiyar a Silêmaniyê di encama êrişê de jiyana xwe ji dest da.
Akarsel a ji bajarê Konyayê bû karê rojnamevaniyê, nivîskariya rojname û kovarên jinan kiribû. Heya niha mohra xwe danî binê gelek karên lêkolînê yên derbarê jinan li Kurdistanê û derveyî welat. Çend sal bû li Silêmaniyeyê ji bo bingeha akademiya Jineolojiyê li Başûrê Kurdistanê dixebitî.
Li gorî agahiyan Akarsel di heman demê de beşdarî projeya avakirina pirtûkxaneya jinên Kurdistanê jî bû.
Nehata niha nayê zanîn bikuj an jî bikujên Akarsel ê hatine girtin an ne.
Bikuj nayên girtin
Piştî hemû êrişan saziyên ewlekariyê soz dane ku ewê kujeran bigrin û radesî dadgehê bikin. Lê heya niha ne tenê Saziyên Ewlekariyê yên Silêmaniyê, Herêma Kurdistanê jî ti kes ji wan kujeran ne girtiye û hesab nexwestine.

0 Yorumlar