Hîn zêdetir em dixebitin ku zilamtiya di kesayeta Kurd de tê çi wateyê fêm bikin. Zilamtiya di kesayeta Kurd de taybetmendiyeke zilamtiyê ku ji rê derketiye. Zilamê Kurd bi gihiştina hestên zilamtiyê ve weke ku hemû nakokiyên xwe çareserkirine. Bi taybetî jî di mijara têkîliyên zayendî de di zilamtiyê de hesteke ku weke dagirkeriyê bi bin xistiye û dewlet avakiriye dafrîne. Ev xerîbûn û xwe xapandineke mezin e.
Dema
mirov hindek taybetmendiyên civak û dewleta Tirk jî pêş çavan re derbas bike,
ev rastî hindekî din baştir tê fêmkirin. Asta zilam a zayendî li hemberî jinê
weke ku radeyeke qehremaniyê dide wî, ev tiştekî seyr e, lê belê rastiyek e. Ev
rewş di civakên din de ne di vê astê de ne. Di vê mijarê de dema ku em zilamê
Kurd ji kûr ve lêkolîn bikin emê bibîn ku di vê wateyê de tenê bi tatmînekê ve
li ser piyan dimîne. Wî jina xwe kiriye pîrek, jin jî hîna zêdetir bi pîrekbûnê
ve li ser vî bingehî weke zilamekî ye. Wisa tê bawerkirin ku bi vî rengî hemû
nakokî hatine çareserkirin. Bêguman girêdaniya vê bi nirxandinên malbatgeriyê
ve hene. Çawa ku rizgarkirina malbatê ji rizgarkirina welat girîngtir be ji bo
zilam têkîliyên zayendî jî ew qasî girîng e. Di rastî de zilamê Kurd di mijarên
din de xelas bûye. Li hemberî dewletê xilas bûye, li hemberî civakbûnê û
netewbûnê xilas bûye, li hemberî nirxan û tekîliyên civakî xilas bûye. Ger bi
wî rengî be, gelo têkîliyên ku dihêle di nava malê de ew aktîf be û zordest be
çi ye? Ev têkîlî ya li hemberî jinê ye, ew jî bi têkîliya zayendî destpê dike û
heta her cureyê çewisandinê ve diçe.
Dema
mirov balê bikişîne, zilam bûyera têkîliya zayendî weke bûyereke serdestiyê bi
dest digre. Her têkîliyekê zayendî ku dikeve tê de weke ku bûye yekemîn
dinirxîne. Ev rewş ji rê derketina exlaqî ya cidî ye. Pêwîste mirov bi vî rengî
binirxîne. Ev têkîliya ku di civakên din de û di demên dîrokî yên din de gelekî
xwezayî ye, ji bo çi di rastiya me ya civakî de çawaniyeke cihê bi dest dixe?
Ev ji bo civaka Tirkiyê û heta gelek civakên din jî derbas dibe. Em hîn zêdetir
dixwazin rastiya civaka xwe dahûrînin. Bi taybet vê gavê pêdiviyên me bi vê
yekê hene. Ango gelekî ku di nava pergaleke civakî û netewî de her tiştê xwe
wenda kiribe, di her tiştekî wê de xilasbûyînek hebe, pêwîste mirovên me
nebêjin “ez gelekî mezin im.” Ev rewş hîn jî dibe mijarên henekan. Mînak,
zilamên tirkan li hemberî Ewrûpiyan qaşo bi zilambûna xwe pesnên xwe didin, ev
hemû çîrok in. Ev di civaka Kurdan de hindekî din balkêştir e. Hîna zêdetir ji
bo bandorên civakî û encamên xirabtir rê vedike. Li gor min mijara ku herî zêde
em li hember şer bikin ev e. Hela ew kesên ku di temenekî biçûk de naskirina
wan a têkîliya zayendî ya bi vî rengî ve gelo çi wenda nakin? Têkîliya zayendî
li ser bingehê azadiyê an jî evînê wê çawa çêbibe? Ji bo nîqaşê vekiriye. Ger
ev yek rast were nirxandin dê ji bo pêşketinan rê vebike. Ne ber bi xerîbiyê ve
dê ber bi gihiştin û jiyaneke bi wate ve bibe. Ger di nava gulokeke kaosa
civakî û têkîliyên civakî de ev tişt weke amûrekê çareserkirinê ya herî
bingehîn were hizirandin ev dê rê li ber karesatan vebike. Mirovên ku dema
azweriyên (tutku) wan ên zayendî negihêne serkeftinê û întîhar dikin ne kêm in.
Di rastiyê de ev rewşeke nexweşiyê ye. Di rewşeke wisa de kesayet xwe weke tinebûyî
dibîne. Kesên bi vî rengî qurbanê şaşîtiyên mezin in.

0 Yorumlar