Ticker

10/recent/ticker-posts

Jin û Cewher

Jin dema tê gotin çi tê bîra mirovan? Dayîka ku zarokê xwe mezin dike û li ser çanda kurdiyetî mezin dike û welatparêzî di serî de dide fêr kirin. Jin, ew a ku bi welatê xwe ve girêdaye jin divê despêkê ji axa xwe hez bike cuda tiştek din nefikire. Bi malbatê ve neyê girêdan divê him welatê xwe û piştre malbata xwe ve were girêdan. Dema jin welatê xwe li hemberî destwerdanê parast wê demê erka xwe li hemberî malbata xwe pêk tîne, jin dema dibîne welatê wê tê dagirkirin û çavê xwe digire ew ne cewherê jinê ye, divê ne tenê xwe bifikire û çavê xwe negire. Dema jinên din teslîmiyet qebûl nekirin divê ew jî qebûl neke mînaka herî berbiçav Geliyê Zîlan, jin ji bo nekevin dest Tirkan bê ku tirsek an jî dudilî jiyan bikin xwe ji zinaran avêtin. Dayîkên ku zarokên xwe bi çi êş û zehmetiyan mezin dikirin, zarokên xwe bi destê xwe ji zinaran avêtin. Ji ber ku rastiya dijminê xwe dizanî bûn, nexwestin zarokê wan bi saxî bikevin destê dijmin û bi hovîtiyek dijwar werin kuştin an jî ew zarok nebe sîxorê dewletê û zerer nede welatê xwe û gelê xwe yan jî em Kela Dimdim bînin ziman ewin jinên qehreman.

Jin ji ber çi hertim li pêş e? Ji ber ku jin pergala civakê ava kiriye û civaka xwe birêve dibe. Dema em dibêjin pergal ne şiklê ku zilam daye runişkandin e. Pîvanê ku civak xwe li ser linga dide sekinandin ya herî sereke exlaqê civakê ye. Jin, wan tiştan bi civak û zarokên xwe dide fêrkirin û li ser çanda dayîkê didin mezin kirin. Pergala civakê ya wekhev bê ku xwe desthilatdar bide nîşan kirin aşitî ji xwe re esas girtin. Dixwaze ku hertim civak bi keyfxweşî jiyan bike û zarok di civakek bê şer de mezin bibe. Pêşengtiya ku jin dike bandorek mezin di nav civakê de ava dike. Gel radike ser linga û serhildana çêdike, hêza bandorkirina jin pir cuda ye. Dikare civakê li derdorê xwe kom bike, hêz bide û ava bike ji ber wê jî hertim jin di dîrokê de bûne pêşeng û bi rista pêşengtî civak dane meşandin.

Jin, kîjan welatî, li kûderê jiyan bike, çiqas ji hevdû dûr ketibin jî êşa hevdû hîs dikin. Ji bo hevdû rakin pir hewldan dikin û hevdû fêhm dikin. Hevaltiyan hertim di nav germahiyek de dimeşîne. Ti caran îxanetê bi hevdû nakin, hîn zêde hevdû rast didin meşandin. Çi astengî derkeve pêşiya wan wek xelekêkî hevdû ve tên girêdan û pir zehmete ku ew xelek were qetandin. Ji ber ku jin bi jinê re mezin dibe, hêz digre û digihije serkeftinê. Ev bîr û bawerî dihêle ku hertim bi hevdû re bimeşin û pêl astengiya bikin û derbas bibin. Dilpakbûna jin dihêle ku dema çavê hevdû binihêrin hevdû fêhm bikin, qurnaztî û komployên ku tên meşandin zû fêhm bikin û li gor wê tevbigerin û ti cara bi hevdû re wî awayî nêz nabin. Cewherê jinê hertim paqije û dagirtiye. Cewherekî bingehîn heye. Çi bibe jî nikare cewhera xwe bîr bike û her rojek dîsa dizivire cewhera xwe. Lê zilamê serdest hertim hewldanê taybetmendiyê zilamê serdest û şaman dixwaze li ser jinê ferz bike. Teybetmendiyên serdest taybet dixwaze li ser jinê ferz bike ku civak ji binî ve hilweşe, dizane ku kengî jin binbikeve civak ji holê rabibe û civakek serdest ava bibe. Dema zilam dest dayîne li ser jinê civak û jin dikeve bin venêrîna dewletê de. Jixwe yê ku dewlet derxistiye zilam e. Ji bo rista jinê ji holê rabe, zilam dewlet ava kir. Bi vî awayî giştî netew li hemberî hevdû dan şer kirin, civak ji exlaq û pîvanên mirovatiyê dûrxistiye. Dema mirov bi giştî şoreşên ku di cîhanê de çêbûyîn binêhêre, rista jinê di her şoreşê de diyare û jin di van şoreşan de rista pêşengtiyê leyîstiye. Lê mixabin ti carî mafê xwe bi dest nexistiye û hertim rista wê hatiye tine kirin û nehatiye dîtin. Piştî derketina Tevgera Azadî û Rêber Apo çarx ji bo jinê ziviriye. Rêber Apo her tim xwestiye ku jin li gor cewhera xwe tevbigere, xwe ji hişmendiya zilam dûr bixe û mafê jinê li jinê bizivire. Rêber Apo hertim gotiye bila jin xwe birexistin bikin ji ber wê jî jinek rexistinî be ti kes nikare bin bixe, ti kes nikare jinê cewhera wê dûr bixe û ji holê rabike.

SOSIN AMED

Yorum Gönder

0 Yorumlar