Ticker

10/recent/ticker-posts

Gelê Mexmûrê dijî komployê meşiyan

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi meşek girseyî Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.

Şênî û xwendevanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan kombûn û ji vir heta li ber ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) meşiyan. Di meşê de al û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, YJA Star, wêneyên kesên ku di êrişên cûda de hatibûn qetilkirin hatin hildan. Her wiha pankarên bi nivîsa “Bi Têkoşîna Bazên Zagrosan emê Pergala Îmralî paçebikin, Rêber Apo bi fîzîkî azad bikin”, “Bi ruhê Sara û Rûkenan emê Komploya Navdewletî hilweşînin, bi Rêber Apo re azad bijîn” û “Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî Komployê hilweşîne Modernîteya Demokratîk ava bike” hatin rakirin. Herwiha dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Kesek Nikare Roja Me Tarî bike” û “Bijî Berxwedana Îmralî” hatin berzkirin.

Piştî ku girse gihîşte li ber ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) deqeyek rêz ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê hate girtin. Piştî rêzgirtinê Hevserokê Meclîsa Gel Yusif Kara axivî.

Yusif Kara di destpêka axaftina xwe de komploya navnetewî ya li dijî Rêber Ocalan şermezar kir, her wiha tevahî şehîdên Kurdistanê bibîr anî û got: “Ez beriya hertiştî di kesayeta Rûkenan, Sarayan, Bahozan, Mardîn, Ebuzêdan de tevahî şehîdên meha Cotmehê de ku bi serxistina azadiya gelên bindest, ji bo pêşxistina xeta Rêber Apo canê xwe feda kirîn, bi rêzdarî û bi minet bibîrtînin û bejna xwe li ber wan di tewînin. Em 24’emîn komploya qirêj, komploya hêzên zirhêz ên ku nesîbê xwe ji mirovahiyê negirtîn em bi hemû hêrs û kîna xwe wana şermezardikin. Şehîdên me yên nemir heta radeyekê ev komplo pûçkirin, ya ku dikeve li ser me wek gelê penaber, wek gelê Kurdistanî pêwîste soza û armanca ku we danî pêşiya xwe û hûn bi wê gihiştî merteba şehadetê, em jî wê sozê didin ku emê wê ala we bilind bikin û em vê qirêjiya ku li beranberî Rêbertiya me, şeroreş, tevger û paradigmeya me hatî destpêkirin em bin bêxin û em serkeftinê tacîdar bikin.”

Meş bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.

Herwiha wê îro li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji saet 15.00’an heta saet 22.00’yan li dijî komploya 9’ê Comtehê nobet were girtin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar