Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê Şehîd Rustem Cûdî û hevalên wî hatin bibîranîn

Li Wargeha Penaberan a Mexmûr, Şehîd Rustem Cûdî, Çîçek Botan, Elîşêr Koçgirî û 11 rêhevalên xwe ku di encamê êrişekî hewayîde de gihiştibûn şahadetê, di salvegera şahadeta xwe de bi merasîmekê hatin bîranîn.


Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), bi boneya salvegera şahadeta Şehîd Rustem Cûdî, Çîçek Botan, Elîşêr Koçgirî û 11 rêhevalên xwe yên ku di 10’ê Cotmeha 2011’an de, di encama êrişek hewayî de li Heremên Parastina Medya gihiştibûn şahadetê bi merasimekî hatin bîranin.

Merasim li Saziya Malbatên Şehîdan bi beşdarbûna dehan şêniyên wargehê, bi deqeyek rêzgirtin ji bo Cangoriyên Azadiya Kurdistanê destpêkir. Piştî rêzgirtinê, li ser wate û girîngiya rojê, Hevserokê Diwana Meclîsa Gel a Mexmûrê Neşat Kara axivî.

Neşat Kara di kesayeta Şehîd Rustem Cûdî, Çiçek Botan û Elîşêr Koçgirî de hemû şehîdên Azadiya Kurdistanê bibîr anî û got: “Em çiqasî bi axivin emê nekarin wate û nirxên şehîdan ji bo me hêlaye vebêjin. Ji ber ku kesên erkê xwe gihandine lûtkeyê, şehîdên me ne. Lê belê em gelê ku di bin paradîgmaya Rêber Apo de jiyan dikin, timî rastî êrişan tên. Em rê û rêbazên bîranîna şehîdan ji Rêber Apo digirin. Rêber Apo ji bo bîranîna Şehîd Hakî Karer, partî avakir. Emê di kesayeta van şehîdan de biryardariya xwe ya bi şehîdan re didin diyarkirin û soza parastina rêya wan didin.”

Merasîm bi diruşmeyên ‘Şehîd namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar