Ticker

10/recent/ticker-posts

Cenazeyê Dayîka Gulsin li wargehê spartin axê

Wesayîtek şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî duh qeza kir, di qezayê de jinekê jiyana xwe ji dest da û sê kesên din jî birîndarbûn. Cenazeyê Gulsin Ayaz ku jiyana xwe ji dest da bû, spartin axê.


Duh demjimêr 14:30’an de wesayîtek a şêniyên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê dema ku ji nexweşxaneya Silêmaniyê di hatin, li nêzî gundê Sergeran a girêdayî qezaya Mexmûrê qelibî. Di encama qezayê de jina bi navê Gulsin Ayaz jiyana xwe ji dest da û sê kesên din birîndarbûn.

Piştî otopsiyê cenazeyê Gulsin Ayaz ji Musilê bi konvoyekê birin wargehê. Cenaze ji aliyê şêniyên wargehê ve hate pêşwazî kirin.

Ji bo pêkanîna wecibeyên olî cenaze birin mizgefta semta Şehîd Çîçek. Piştî pêkanîna wecibeyên olî  duh bi şev cenaze li goristana wargehê bi tevlîbûna malbat û xelkê wargehê sipartin axê.

Yorum Gönder

0 Yorumlar