Wesayîtek ya penaberên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ku ji nexweşxaneya Silêmaniyê dihatin, di rêde qeza kir. Di encama qezayê de jina bi navê Gulsin Ayaz jiyana xwe ji dest da û sê kesên din birîndarbûn.
Di saet derdora 14:30’an de wesayîtek a penaberên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê dema ku nexweşan ji Silêmaniyê di anî, li nêzî gundê Sergeran a girêdayî qezaya Mexmûrê qelibî.
Li gor agahiyan 4 kes di wesayîtê de bûn, jina bi navê Gulsin Ayaz jiyana xwe ji dest da û 3 kesên din jî birîndar bûne. Hat gotin birîndar rakirine Nexweşxaneya Geyare û cenazeyê Gulsin Ayaz jî ji bo tiba edlî ya Musilê hatiye şandin.

0 Yorumlar