Ticker

10/recent/ticker-posts

'Em piştevanê jinên Rojhilat in'

Jinên Mexmûrê piştgiriya xwe ya bi jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê re diyar kirin û bang li jinên Kurd û cîhanê kirin ku li hember qetilkirina jinan bi yek dengî helwesta xwe raber bikin.

JIYAN PÎRAN

Piştî qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê Rejîma Îranê ve li bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê di pêşengtiya jinên Kurd û Îranî de li dijî Rejîma Îranê serhildanek hatiye destpêkirin. Girêdayî vê mijarê Jinên Wargeha Penaberan a Mexmûrê piştgiriya xwe ya bi serhildana jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê re ragihandin û ev bang kirin: “Em bang li hemû jinên Kurd dikin li kuderê dibin bila bibin pêwîste piştgiriya vê şoreşê bikin. Ji ber ku wê ev şoreş me bigihîne serkeftinê. Wek jinên penaber em piştgiriya xwe ya bi jinê Rojhilatê Kurdistanê re didin diyar kirin û dibêjin teqez wê serkeftin ya me be.”

‘Her sal bi hezaran jin tê qetilkirin’

Gulê Tunç diyar kir ku her sal bi hezaran jinê bê suc û sedem tên kuştin û neçarî xwe kuştinê tên kirin û got: “Bi hêceta ku kêmek pora jina ciwan, Jîna Emînî derketiye ew hat qetilkirin. Em vê hovîtiyê şeremzar dikin. Piştgiriya xwe ya bi jinên Rojhilat re didin diyar kirin û serkeftinê ji wan re dixwazin. Jinên Rojhilat, qetilkirina jinan ne pejirandin û li hember wê daketin qadan. Di nava salekê de bi hezaran jin bê suc û sedem tên qetilkirin. Em bang li tevahî jinên cîhanê dikin ku li dijî bê mafiya li ser jinan dakevin qadan. Êdî dem dema azad kirina jinê ye.”

‘Divê em şoreşa jinê lidarbixin’

Teybet Hêşetî jî balkişand li ser hovîtiya Rejîma Îranê ya li dijî jinan û wiha peyîvî: “Em Jîna Emînî ya ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatî qetilkirin bibîrtînin û Rejîma Îranê şermezar dikin. Jin û ciwanên di nava têkoşînê de cih digirin silav dikin û serkeftinê ji wan re dixwazin. Em piştgirî didin têkoşîna wan. Em naxwazin jin bên qetilkirin, jin li kijan devera cîhanê were qetilkirin divê em bi yek dengî li dijî wê derbikevin û şoreşa jinê lidarbixin. Em bang li tevahî jinên cîhanê dikin ku li hember qetilkirina jinan bêdeng nemînin û dakevin qadan. Em têkoşîna jinên Rojhilatê Kurdistanê jî pîroz dikin û dibêjin ‘Jin Jiyan Azadî.’”

‘Wê ev şoreş me bigihîne serkeftinê’

Herî dawî Fatma Tayboga jî axivî û qetilkirina Jîna Emînî şermezar kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Em wek dayîk qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê Rejîma Îranê ve şermezar dikin. Serhildana ku di pêşengtiya jina Kurd de li Îranê destpêkirî pîroz dibînin û serkeftinê ji wan re dixwazin. Em bang li hemû jinên Kurd dikin, likuderê dibin bila bibin pêwîste piştgiriya vê şoreşê bikin. Ji ber ku wê ev şoreş me bigihîne serkeftinê. Wek jinên penaber em piştgiriya xwe ya bi jinên Rojhilatê Kurdistanê re didin diyar kirin û dibêjin teqez wê serkeftin ya me be.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar