Ticker

10/recent/ticker-posts

Şêniyên Mexmûrê: Bese ji xiyaneta mala Barzanî re

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) diyar kir ku êdî ji xiyaneta mala Barzanî re bese û gotin: “Mixabin Kurd bi destê Kurdan tên kuştin.”

NERGÎZ KARA - ROJEV

Di 5’ê Îlonê de dema komek gerîla ya ji 5 kesan pêkdihatin û li herêma Xelîfanê dixwestin ji herêmek derbasê herêmeke din a gerîla bibin, dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê êrişî vê koma gerîla kir. Di encama êrîşa hewayî û çekdarên PDK’ê ya di 5’ê Îlonê de pêkhat de 3 gerîla şehîd dibin û 2 gerîla jî birîndar bûn û ji aliyê hêzên PDK’ê ve dîl hatin girtin.



Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) têkildarî bûyerê ji Rojnama me re axivîn û gotin: “Êdî mala Barzan çibike bila bike baweriya gelê Kurd pê nayê. Bese ji xiyaneta mala Barzan re.”

Şêniyê bi navê Hemîd Otun di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser kiryarên mala Barzanî û got: “Mala Barzan ji destpêka damezrandina partiya xwe heta niha her tim di xiyanetê re derbas bûye. Em behsa hemû gelê Başûr nakin, em tenê behsa mala Barzan dikin. Di roja me ya îro de 5 zarokên vî gelî, dema ji herêmekê diçû herêmek din, di encama xiyaneta PDK’ê de 3 ji wan şehîd xistin û 2 jî bi birîndarî dîl girtin. Ti ferqa wan û dewleta Tirk nîne. Em mereq dikin wê heta kengê xiyanetê li gelê Kurd bike? Û wê heta kengê bi dewleta Tirk re bibe yek û çekêm kîmyawî li ser me bibarîne? Hemû kes dizane Mala Barzan di nava xiyanetê de xeniqiye. Êdî mala Barzanî çibike bila bike baweriya gelê Kurd pê nayê. Dîsa çawa dibe ku zarokên vî gelê şehîd bixe û radestî dewleta Tirk bike. Ma hûnê çawa li hemberî van dayîkên dil şewat baxivin? Li hemû deveran birîndar tên dermankirin, lê ev mala Barzan birîndarên me dîl digirin û şehîd dixin.”

‘Pêwîste her Kurdek rabe ser xwe’

Otun diyar kir ku divê gelê Kurd li şehîdan xwedî derkevin û got: “Hemû dewlet û partî dixwazin zimanek yê wan hebe û azad jiyan bikin, lê belê mala Barzan berovajî wê dike. Hertiştî ji bo xwe dixwaze û li gel dijmin cih digre. Em dibêjin ku pêwîste gelê Kurd xwedî li van şehîdan derbikevin. Li hemberî van êrişan û vê xiyanetê pêwîste hemû kes hewlesta xwe diyar bike. Bêdengî nabe çareserî, pêwîste her Kurdek rabe ser piyan. Dem dema azadiyê ye, dem dema azadiya fîzîkî ya Serok Apo ye.”

‘Ji ber hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re me gelek şehîd dane’

Her wiha dayîka bi navê Amîna Suad jî diyar kir ku şerê niha li ser gerîlayên Azadiyê çê dibin, bi alîkariya PDK’ê çêdibe û got: “Mixabin ev şerê li ser keç û xortên me çêdibin bi hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re ye. Ji ber hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re, me gelek şehîd ji bo vê axê dane. Bi saya şervanên me azad bûye, ne bi saya mala Barzaniye. Em bang li gelê Kurd û gelê xwedî wijdan dikin, rabin ser piyan. Em hîna nizanin şehîd û birîndarên me bi kuderê ve birine, bila demildest bersiva vî gelî bidin. Mixabin Kurd bi destê Kurdan tên kuştin. Carek din em bang li Hikumeta Herêma Kurdistanê dikin ku birîndar û şehîdên me radestî me bikin. Em vê bûyerê şermezar û rû reş dikin. Êdî bese, bila her çar parçeyê Kurdistanê destê xwe bidin hev û vî dijminî di nava xwe de xilas bikin.”

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar