Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, ji ber radestkirina Atîlla Çîçek (Leheng) û Huseyîn Yildirim (Elîşer) hikumeta Paşînyan şermezar kir.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyekê
ragihandin ku Çîçek û Yildirim ji aliyê Ermenistanê ve radestî dewleta Tirk
hatine kirin û wiha hate gotin:
“Hevalên me Leheng (Atîlla Çîçek) û Elîşer (Huseyîn
Yildirim) ji aliyê dewleta Ermenistanê ve radestî dewleta Tirk hatin kirin.
Îdîaya ku dibêje, hevalên me bi operasyonekê ji aliyê dewleta Tirk ve hatine
girtin, dûrî ji rastiyê ye. Hevalên me Leheng û Elîşer ku Mijdara 2021’ê ji
aliyê hikumeta Ermenistanê ve hatin girtin û ji hingî ve girtî bûn, di encama
xiyanetê de radestî dewleta Tirk hatin kirin. Bi rêya vê nûçeya derewîn hewl
hate dayin ku xiyaneta hikumeta Ermenistanê bê veşartin û nixumandin.
Herdu şoreşgerên Kurd ên ji bo azadiya gelê Kurd
têdikoşiyan, ji bo wezîfeyeke şoreşgerî derbasî Ermenistanê bûbûn. Di demekê de
ku bi tevdan û piştgiriya dewleta Tirk xaka Ermenistanê hatiye dagirkirin,
gelekî manîdar e ku herdu şoreşgerên Kurd ji aliyê hikumeta Ermenistanê ve
radestî dewleta Tirk hatine kirin. Vê rewşê bi rengekî şênber raxistiye pêş
çavan ku hikumeta Paşînyan hevkariyê bi dewleta Tirk a mêtinger qirker û
desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst re dike. Bi navê Tevgera Azadiyê ya
Kurdistanê, em hikumeta Paşînyan a ku herdu hevalên me teslîmî dewleta Tirk
kiriye, ji ber vê helwesta xwe şermezar dikin.
Vê helwesta Hikumeta Paşînyan, rexne û sûcdariyên di mijara
dagirkirina xaka Ermenistanê de lê tênekirin, piştrast dike. Di pêvajoyekê de
ku xaka Ermenistanê tê dagirkirin, li şûna ku piştgiriyê bide kesên li dijî
dewleta Tirk a mêtinger qirker têdikoşe, radestkirina wan a ji bo dewleta Tirk
vê rewşê nîşan dide. Ev rewş di heman demê de xiyaneta li têkoşîna gelê Ermen a
li dijî qirkirinê ye. Radestkirina van herdu hevalên me ji bo dewleta Tirk,
rastiya xiyanet û hevkariya veşartî ya Hikumeta Paşînyan raaxistiye pêş çavan.
Ji bo gelê Ermen vê rastiya Hikumeta Paşînyan baş fêhm bike
û ji bo raya giştî ya demokratîk a gelê me rastiyê zanibe, em vê daxuyaniyê
didin. Radestkirina van herdu hevalên me ji bo dewleta Tirk eşkere dike ku
Hikumeta Paşînyan xiyanetê li doza gelê Ermen û gelan hemûyan dike, bi dewleta
Tirk a mêtinger û qirker re hevkariyê dike ku di dîrokê de gelê Ermen qir kir û
îro jî xaka Ermen a mayî dagir dike. Her wiha radixe pêş çavan ku bi polîtîkaya
dagirkerî û qirkirinê re ye. Em bang li gelan û dostan, bi taybetî jî gelê Ermen
dikin ku li ber vê hikumeta hevkar rabin. Em pê bawer in ku gelê Ermen wê
helwesta pêwîst li hemberî vê hikumetê nîşan bide û hesabê hevkarî û xiyanetê
bipirse.
Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ne tenê ji bo azadiya gelê
Kurd, ji bo azadî û rizgariya gelên herêmê hemûyan bi taybetî jî ji bo azadiya
gelê Ermen têdikoşe. Gelê Kurd bi çavê biratiyê li gelê Ermen dinihêre. Welatê
ku lê ye weke Welatê Hevpar dibîne û bi vê hestê nêzî gelê Ermen dibe,
piştgiriyê dide doza gelê Ermen. Gelê Ermen jî gelê Kurd jî baş bi vê zanin û
herdu gel bi hestên erênî nêzî hev dibin. Ya ku hevkar dikin jî wê nikaribe
zerarê bide hevkariya têkoşînê û biratiya gelên Kurd û Ermen. Berevajî;
nêzîkatiyên bi vî rengî wê bibin sedem ku gelên Kurd û Ermen hîn bêhtir
hevkariyê li ser têkoşînê bikin. Ev helwesta Hikumeta Paşînyan destpêkê
zerareke mezin dide doza gelê Ermen û têkoşîna wê ya hebûnê. Jiyaneke rast û bi
rûmet ne bi hevkariyê lê bi berxwedan û têkoşînê bi dest dikeve. Bi navê
Tevgera Azadiyê ya Kurd em bang li Hikumeta Paşînyan dikin ku dev ji têkiliyên
hevkariyê yên bi dewleta Tirk a mêtinger qirker berde û ji ber vê bûyerê
lêborînê ji gelê Ermen û Kurd bixwaze.”

0 Yorumlar