Bersivên Gel:
-Rewşenbîr.
-Rastiya
jiyanê fêmkirin e.
-Xwe ronak
kirine.
-Mereqa li
hember zanistê ye.
-Heskirina
ji zanistê ye.
-Di zanistê
de xurtbûyine.
-Serwextbûyîna
di mijarê de ye.
-Mirovên
zana ne.
-Ronakbîrî
ye.
-Beşek yê
zanistê ye.
-Xwe zana
dîtin e.
-Kesên
lêkolinan dikin.
-Kesên di
civakê de jixwe bawerin.
-Asta
zanistê ya bilind e.
Peyva
entellektuel a ku pir di rojeva mirovan de ye ka em hinekê nas bikin, tê çi
wateyê, berê çawan bû û niha rewşa wê çawane. Ger em temaşe bikin ji roja
mirovahiyê aqlê xwe yê analîtîk bi karanî heta niha pêvajoyekî fêrbûnê jiyan
kiriye. Di demê Neolotîk de, di asta herî bilind de rolê xwe lîstiye. Bi vê xwe
rêxistin kirine û xwestine gerdûna xwe, civakîbûna xwe û xwezaya xwe fêm bikin.
Di wir de têkiliya rast ya gerdûn û mirovahiyê derxistine holê.
Entellektueltiya duwemîn jî di demê Sûmeran de hatiye pêşxistin.
Entellektueltiya demê Neolotîk a xwe dispart erênîbûn û pêşxistinan, di demê
Sûmeran de berovajî vê bû û xwe dispart aqil.
Nivîs, bîrkarî, wêje, tip, astronomî ayîdê wî demî ne. Di roja me ya îro de jî
bingehê entellektueltiyê pir xirab tê înşa kirin. Mîtolojiya wê demê cihê xwe
hişt ji felsefe, zanistê re û entellektueltiyek pir populer danî holê.
Kesên entellektuel bi dewlet û şîrketan re bûne yek. Kapîtalîzmê jî vana hemû
xist berjewendiyê xwe. Di dibistanên dayîn avakirin de li şûna xuluqkarî, pêşxistin
û hilberînê, jehra pozîtîvîzmê xiste laşê mirovan. Dibistanên niha hemû bûne
cihê perestgehên wan. Kesên ku xwe weke entellektuel dibînin xwe li zanistê
barkirine lê ji jiyanê fêm nakin, di jiyanê de lewaziya herî mezin jiyan dikin.
Hemû dixwazin xwe bighihînin heqîqetê, lê labaratowarên wan, nêzîkatiyên wan,
pereyên wan rewşeke xirab ya ku li cihê şaş, li tişta winda kirîn digerin.
Herder di bin pêşengtiya van entellektuelan de ji qirîz û êşan tijî bûye.
Zanista ji bîranîna pêkhatî, nabe heqîqeta jiyanê. Di bin navê entellektueltiyê
de pêhesên me têne tinekirin û me bi zanista girêdayî aqlê paşverûtiyê didomîne
re mijûl dikin. Bi entellektueltiya niha û li ser wê axaftinê tiştek neyê
guhertin, ger kesek ne di ferqa rastiya xwe de be wê hertim bi zanista paşverû
ku niha weke entellektueltî pênase dike bi ya şaş re were meşandin û jiyana
heyî tine bikin. Entellektueltî xwe dispêre mantiqê sixte, xwe jîr dide
nîşandan lê tam berovajî vê pir tembele û pir rasyonele. Pir serekî nêzî rewş û
bûyeran dibe. Li şûna nîqaşkirina jiyanê were pêşxistin ji aliyê wan ve fikrên
kesên din tînin ziman.
Berê
mirovan bi nîqaşek normal hertişt fêm dikir, niha bi aqlê xwe yê entellektûel
bi milyaran peyv dane avakirin lê di aliyê hev fêmkirinê de zoriyan dikêşin.
Entellektueltiya niha xwe weke bi aqil dana nîşandane lê ew di rastiyê de weke
termekî mirîne, bi gotinan wî termê xwe dixemilînin, bilind dikin lê dîsan her
weke xwe dimîne. Zindîbûn di ruhê wan de tine. Li gorî tişta teqez wisane
tevger dikin.
Li
beramberî vê entellektuela xirab divê entellektuela civaka exlaqî û polîtîk
were xurt kirin. Zanîna civakî divê were pêşxistin. Zanîna civakî zanîna
bingehîn ya tevahî zanîna ne. Ev jî bi xebatên Akademiyan dikare were pêşxistin
û pêkhateya giştî ya civakê entellektuel kirine. Di derheqê hertiştî de fikrê
xwe anîna ziman, zanist komkirin û bûna xwedî zanyarî nabe entellektueltî.
Entellektueltiya heqîqî ya jiyanê bi pêhesên xwe, zanîna heyî dayina belavkirinêye.

0 Yorumlar