Ticker

10/recent/ticker-posts

Dibistanên Mexmûrê vebûn

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) dibistanan bi awayekî fermî dest bi perwerdeya sala nû ya 2022-2023’yan kirin.


Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûrê) îro bi vebûna 5 dibistanên dayîkê û 7 dibistanên Seretayî, Navîn û Amadeyî, her wiha bi amadebûna hezaran xwendekar û mamostayan perwerdeya sala nû ya 2022-2023’yan destpê kir.

Beriya ku xwendevan bikevin refên xwe, merasim bi sîrûda neteweyî destpê kir. Piştî sîrûda neteweyî di merasîma Dibistana Navîn a Şehîd Jiyan de li ser girîngiya perwerdeyê, Mamoste Evdî Yeman axivî û diyar kir ku divê ji her demê zêdetir ew li xwedî li zimanê xwe derbikevin.

Mamoste Evdî Yaman wiha axivî: “Dijminê her tim xwestiye gelê Kurd tine bike, ji ber vê çendê em ê bi perwerdeya xwe, bi hemû ked û xebata xwe diyar bikin ku ew nikarin ne gelê Kurd tine bikin û ne jî zimanê gelê Kurd tinebikin. Ji bo ku dijminê me kêfxweş nebin em baweriya xwe winda nakin, pêwîste em ji her demekê bi hêztir bîn. Me rêberek heye ku hemû jiyana xwe fedayî gelê Kurd kiriye bi wê ve girêdayî me tevgerekî fedayî ku li tevahî Kurdistanê li hemberî dijminê hov berxwedaniyek bê hempa dikin heye. Ji bo vê jî hun xwendevan hemû xwendevanên Rêber Apo ne, Rêber Apo bi xwe jî dibêje; ‘Xwendevanên Mexmûrê hemû xwendevanên minin’. Divê em di wê zanabûnê de bin. Ji ber ku me tevgerek û baweriyek ji hemû baweriyan bi hêztir heye ji bo wê em xwedî Rêbertiyek û tevgerek wisa bişansin. Li ti deveran xwendevanên Kurd wekî wekî we bi zimanê Kurdî naxwînin, ji bo vê jî eger hûn îro bi awayekî azad zimanê dayîka xwe baxivin ev ji bo we şansek mezin û serkeftineke mezine. Di vê em layîqê Rêbertiya xwe û tevgera xwe bin.”

Her wiha xwendevana bi navê Zêrîn Apaydin jî wiha kêxweşiya xwe ya ji bo vebûna dibistanê anî ziman: “Em pir kêfxweşin ku bi zimanê dayîka xwe fêr dibin. Ji bo em bikaribin pêşeroja xwe bibînin, divê em bi zimanê dayîka xwe bixwînin.”

Qeder Apaydin jî wiha hestên xwe anî ziman: “ Em bi vebûna dibistanê pir kêfxweşin ku bi zimanê dayîka xwe dixwînin û bibin xwedî pêşerojek azad. Li vêderê em ji derveyî zimanê Kurdî em zimanê Îngilîzî û Erebî jî fêr dibin.”

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar