Îro dengê şerê ku li ser axa Kurdistanê diqewime li her aliyên cîhanê belav bûye û tevgera azadiyê bûye ronahiyekê ku her derê tê nasîn. Bi vî ruhî re ciwanên Kurd û enternasyonal yên li Ewrupa dîsa meşekî dirêj ya ku banga azadiya fîzîkî ji bo Rêber Apo dike, li darxistin. Dibe ku mirov meraq bike, ka çavkaniya vî ruhê enternasyonalizmê ku di demên dawî de rûdayî çi ye. Di serî de divê mirov şert û mercên ciwanan yê di bin zextên modernîteya kapîtalîst de binirxîne. Ji derketina sîstema modernîteya kapîtalîst heta niha, herî zêde girîngiyê didin kontrolkirin û çewsandina dînamîzma ciwantiyê ya ku bi xwezayiya xwe lêgerîna azadiyê îfade dike. Di vê serdema dawî de herî zedê ev bi rêya medya mecazî, hûner û ragihandinê tê meşandin. Bi van rêbazan, hêzên hegemon dixwazin bi hemû curên şerê taybet lêgerînên ciwanan pasîf bîhêlin.
Mirov dikare bêje li dewletên Rojava yê cîhanê, herî zêde ev sîstem hatiye rûnişkandin
û tepisandinên li ser ruh û mejiyê ciwanan gihîştiye lûtkeyê. Helbet li hemberî
vê di şexsê têkoşîna sosyalîst û azadîxwaz de berxwedanî heta roja îro diherike.
Ji koma Parîs ku bi pêşengtiya hezaran jinên têkoşer û bi hezaran ciwanên din li
ser navê wekhevî û azadiyê tevlî tabûrên enternasyonal ya şerê Spanya navxweyî
dibûn. Çirûskên hêviyê ti caran ne hatin vemirandin. Bi hezaran ciwanên enternasyonalîst
yên ku bi israr dibêjin “Heta her kes azad nebe ti kes azad nabe” xeta têkoşina
enternasyonal û biratiya gelan diparêzin hene, her hebû û wê hertim hebin. Ev
yek jî di kesayetên şoreşgerên mezin yên wek Che Guevara û Deniz Gezmîş nûneriya vê
yekê dikin. Îro jî di pêşengtiya îdeolojiya Serokatî de li Rojavayê Kurdistanê tê
jiyîn. Hişmendiya desthilatdar hewil dide ciwanan bê îrade bihêle, li kêleka vê
jî dewletparêziyê di kesayeta ciwanan de pêştêxe. Tevgera PKK’ê li hemberî vê
sîstema faşîzmê, antî -ekololî, antî-faşîst û kedkar radixe berçavan. Her ku
diçe endamên wan jî têkoşina xwe di felsfeya Rêber Apo de dibînin. Nakokî û
kêmasiyên ku di sîstema sermaydar de, ciwana di fetisîne û ber bi paradigma Serokatî
ve dibe. Êdî ketine wê ferqê encax bi têkoşînekî piralî van valatiyên ku di
teorî û pratîkê de heyî tên dagirtin û ber bi serkeftinê dimeşin. Bi taybet di şoreşa
Rojava de ev tên îspat kirin.
Di demekî ku kapitalîzm serkeftina xwe îlan kiribû de, Rojava weke tofanekî
lê hat û cîhan hejand. Êdî ti kes nikare vê potansiyala jiyana azad binpêbike.
Her wiha di vir de derbeya herî mezin li hemberî yekdestiya hişmendiya
desthilatdaran radize. Ruxmî ku destkeftiyên pir girîng yên aborî çebûn jî,
aliyê wê yê herî watedar ê ku ev têkoşîn mezin dike, şikestina rûpoşa nemirîbûnê
ya sîstemê û derewên wan raxistin berçavên dinyayê. Çima? Ji ber ku bawarî û
hêvî dane gelên bindest yê cîhanê û cihekî ku hêvî û baweriyekî mezin hebe, ti
carî binketin mayînde nabe. Bi vê îdeayê ciwanên enternasyonalst ref bi ref
berê xwe didin şoreşa Kurdistanê. Di nav wan de jî bi dehan heta dilopa xwina
xwe ya dawî şer kirine û gihîştine asta şehadetê. Helbet ev bi xwe girêdanbûnekî
pir mezin avadike û dibe zemîna mezinkirina berxwedanê. Wan şehîdan berdewamiya
xeta enternasyonal ya şehîd Kemal Pîr û şehîd Azîz Ereb temsîl dikirin û
rastiya gerdûnîbûna fikra Rebertî îfade dikirin. Êdî li tevahî cîhanê tê dîtin
ku şoreşa Kurdistanê wê bibe dendika şoreşa cîhanê û di haman demê de azadiya fîzîkî
ya Reber Apo, miftêya serkeftina wî ye. Yanî Rêber Apo ne tenê Rêberê gelê Kurd
e, Rêberê hemû gelên azadîxwaz ê cihanê ye. Ji bo wê xwedî derketina li şervanên
azadiyê ku îro li serê çiyayên azad, faşîzmê li bin erdê dixin, ciwanên Kurd û
enternasyonal bûne yek deng û dibêjin; “Bijî têkoşîna enternasyonal, bijî
berxwedana Gerîla û Bê Serok Jiyan Nabe!

0 Yorumlar