Ticker

10/recent/ticker-posts

ŞEHÎDÊ NEMIR YÊ ÇAPAMENIYA AZAD: APÊ MÛSA

Mûsa Anter di sala 1920’an de li gundê Zivingê ya girêdayî Stilîlê ya ser bi navçeya Mêrdîn Nisêbînê hatiye dinê. Wî hîn di temenekî biçûk de bavê xwe winda kir û li ber destê dayîka xwe ku muxtara gund bû, mezin bû. Apê Mûsa dibistana xwe ya Seretayî li Mêrdînê û ya Navîn û Amadeyî li Edene qedandibû.

Piştî xwendina Amadeyî ji bo beşa felsefeyê bixwîne diçe Stenbolê û di zanîngehê de, gelek xwendevanên Kurd naskir. Mûsa Anter, piştî demekê dest ji beşa felsefeyê berdide û qeyda xwe li beşa Huqûqê çêdike. Di wê demê de xwendevan û rewşenbîrên Kurd ji bo pirsgirêka netewî dikevin nava tevgerê. Her wiha Apê Mûsa ji bo ku xortên Kurd li dora xwe kom bike û hem ji aliyê madî ve, hem jî ji aliyê manewî û siyasî ve xwedî li xwendevanên Kurd derbikevin yûrda Dîcle vekirin.

Piştî salekê jî bi tevî hinek hevalên xwe Komeleya Hêvî ava kir, bi pêşniyara van kesan Komeleya Şagirtan tê damezrandin.

Di sala 1944’an de bi keça Evdirehman Zapsu Halê re dizewice û ji wan re 2 kurên bi navê Anter û Dîcle û keçek bi navê Rewşen çêdibin.

Mûsa Enter di sala 1948’an de yûrda Firatê vedike û dest bi derxistina rojnameya çavkaniya Dîcle dike. Piştî çend salên dirêj li Amedê bi navê “Ilerî Yurd” yanî welatê pêşketî dest bi derxistina rojnameyekê din dike, ew ji ber nivîsên xwe jî ji bo demekê tê girtin.

Di sala 1959’an de ji ber doza 49’an careke din tê girtin û tevlî 49 hevalên xwe 6 mehan di girtîgehê de dimîne. Mûsa Anter pirtûka xwe ya bi navê “Birîna Reş” di zindanê de dinivîsîne. Her wiha ferhenga Kurdî ya bi 6 hezar peyvan pêkhatî, amade dike.

Di destpêka salên 60’î de, di nava Partiya Çep a Tirk de, bi awayekî fermî dikeve nava siyasetê. Di sala 1971’an de careke din tê girtin û piştî ji girtîgehê derdikeve, di 1976’an de vedgere gundê xwe, heta 1989’an li gund dijî.

Piştî 89’an vedigere Stanbolê, di gelek kovar û rojnameyan de, ji nû ve dest bi nivîsandinê dike û di heman demê de di nava Partiya HEP’ê de ji nû ve dikeve nava siyasetê. Mûsa Anter, piştî sala 1971’an careke din vedigere Kurdistanê û li Amedê ji hêla hêzên dewletê ve tê girtin û bi 4 salan cezayê girtîgehê lê tê birîn. Ronakbîrê Kurd Mûsa Anter di sala 1976’an de piştî serbestberdana ji zîndanê vedigere gundê Zivingê û jiyana xwe li wir berdewamdike. Di sala 1989’an de careke din berê xwe dide bajarê Stanbolê û di gelek kovar û rojnameyan de nivîs û serpêhatiyên wî têne weşandin. Her wiha Apê Mûsa ku di gelek rojname û kovarên mîna Welat, Ulke, Ozgur Gundem û Ozgur Ulke de nivîsên wî têne weşandin, ji hêla xwendevanan ve bi balkêşî dihatin xwendin.

Roja 20’ê Îlona sala 1992’an li kolanên Amedê ew bû hedefa dijminên çapemenî û ramana azad û tevlî nava karwanên şehîdên çapemeniyê dibe. Mûsa Anter li ser berga pirtûka xwe ya “Hatiralarim” de wiha dibêje:

“Ez şahidê zindî û sondxwarî yê tengasiyên Tirkiyê yê 55 sala me. Gelo ez tenê şahid im? Na! Ez her wiha mehkûm, bersuç û dozdarê Tirkiyê me.”

Xelatên Rojnamegeriyê

Li Tirkiyê ji 1993’an şûnda Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê tên dayîn. Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê cara ewil sala 1993’an de ji aliyê Ozgur Gundem, piştre 1994’an de Ozgur Ulke, 1995’an de Yenî Polîtîka, 1996’an de Demokrasî, 1997 û 1998’an de Ulkede Gundem, 2000’an de Yenî Gundem û sala 2001’an de jî ji aliyê Yedîncî Gundemê ve hatibû dayîn.

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar