Ticker

10/recent/ticker-posts

PKK Ji Bo Civakbûna Azad Tevgera Rêvekirinê ye - Beşa 2

Tê wê wateyê, di me de malbatgerî ji malbatê zêdetir rewşeke nexweşiyê rave dike. Ev tişt him di malbatên noker, feodal de, hem malbatên bûrjuva yên xeşîm de, hem jî di malbatên gundî û bingehê xwe bûrjuvaziya biçûk in bibandor in. Ew polîtîkaya ku wateya xwe di gotina “hebûn û nebûna min ji bo malbatê ye” dibîne, ji aliyê berjewendiyên malbatê ve hatiye diyarkirin. Heta pirsgirêka jiyanê jî bi vê yekê ve girêdayî ye. Li gel me berovajiya vê, ger hîn di serî de rastiya malbatê ber bi rexneyeke tund ve neyê birin û gelek bandorên wê neyên hilweşandin, baş tê zanîn ku şoreşgerî nabe û partîgerî nayê kirin. Di vê wateyê de PKK’îbûn navê şerê li hemberî bandorên malbatgeriyê ye. Ew bi qasî ku li hemberî bandorên dagirkeriyê şer dike, ew qasî jî li hemberî bandorên malbatgeriyê şer dike. Di nava me de derketina holê ya malbatê bi vî rengî ne. Hema ji bo hemû kesayetên civakê re tiştê ku weke berjewendî tê nîşandan, berjewendiyên malbatê ne. Dema ku tê gotin “bibe mirov” tê gotin bibe mirovê malbatê. “bûyîna mirovekî baş” tê wateya bûyîna layiqê malbatê. Ango hemû gotinên armanca lêgerînên têkîliyan li gor xwe avakirin, heta tiştên weke xwendinê her dem di nava sînorên malbatgeriyê de xwedî wate ye.

We malbat bi dest xist jî, çi kete destên we? We malbat rizgar kir jî çi bû? Ew malbata ku we rizgarkiriye çî ye? Dema ku we malbat rizgar kir, netew xelas bû, gel xilas bû. Em li netewên din ên hemdem binêrin, hûn nikarin ji kêleka sazî û dezgehên ku ew anîne asta wan ya îro jî nikarin derbas bibin. Hûn ji ber sazî û dezgehên ku ji bo netew pêwîstbûn jî derbas nebûn û bi qasî pênc qirûşan we rûmet neda wan. Li hemberî malbata ku we rizgar kiriye tiştên ku we wenda kirine ev in. Ev tê wateya we malbat xirab rizgarkiriye. Dîsa rewşeke wiha heye, ji aliyê xirab ve gelekî nirx hatine wendakirin. Em ji bo çi li hemberî sazî û felsefeya malbatgeriyê şer dikin? Ew kesayeta Kurd a bêrûmet ku ji bo netewbûn û civakbûnê girtiye, ji bo ku têkîliyên malbatê yên ji rêzê ne rizgar bike tiştekî ku nefiroşe nîne. Bi tenê bikaribe malbata xwe xilas bike.

Me li hemberî vê kesayetê şer destpêkir, kesayeta alternatîf a ku PKK dixwaze bafrîne kesayeteke gelekî radîkal û rizgarîxwazê netewî ye. Ji ber ku PKK baş dizane ev pirsgirêk bi derbaskirina malbatgeriyê ve girêdayî ye. PKK dixwaze ji bo civakbûneke azad rê vebike. Ji bo vê jî pêwîste saziya malbatê ku dijberê azadiyê ye û hetanî dawiyê girtiye were rûxandin. Di heman demê de di vê saziyê de heta çokê xiyanet heye. Ji ber ku dijberê rizgariya netewî ye. Pêwîste girêdana bi malbatê re were parçekirin. Di mercên malbatê de xerîbî, înkarkirina rastiya civakî û netewî heye. Ji ber vê yekê jî êrişî netewbûn û civakbûnê dike. Bila têkîliya malbatê ku ji bo rastiyan girtiye têk biçe ku netewbûn û civakbûn pêş bikeve.

Ev hemû tişt zilamê ku em dixwazin di demên dawiyê de hîna zêdetir zelal bikin tîne bîra mirovan. Di demên dawiyê de me girîngî da lêpirsînkirina jin û zilam. Ew rewşa zilam a sexte û mêrbûna wî ya zilam û jinbûna zêde ya jinê me dike nava fikaran. Zilambûn di giştî de bi egîdî û zayendî ve wekhev tê dîtin. Weke “mirovê weke zilam, jina weke zilam” tê ravekirin. Ev jî weke awantajekî tê hizirandin. Tiştê ku hema di destpêkê de em bibêjin, ev e. Ger ew mirov zilam be, ji bo çi erkên xwe yên rizgarîxwaziyê nayne cih? Ger egîd be, ger zilam be wê demê bila pêwîstiyên vê yekê bike. Ji ber wê jî pêwîstî bi dahurandina zilam nîne.

 RÊBER APO

Yorum Gönder

0 Yorumlar