Ticker

10/recent/ticker-posts

Balafirek keşfê li ser Wargeha Mexmûrê bi nizmî digere

Balafirek keşfê bi nizmî û bê navber li ser wargeha penaberan ya Mexmûrê digere.

Li gorî agahiyên ji nûçegihanê me hatine standin, ji danê siharê ve balafirek keşfê bi nizmî û bê navber li ser wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê digere.

Nayê zanîn balafir ya dewleta Tirk a dagirkere yan jî ya koalîsyona navnetewî ye.

Gera balafirê ya li ser wargehê di van kêliyan de jî dewam dike.

Hêjayî gotinê ye duh jî danê siharê balafirek keşfê li ser wargehê digeriya. Di rojên dawî de hema bêje rojane balafirên keşfê li ser wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê digerin.

  

Yorum Gönder

0 Yorumlar